Zulmek, nemirovahîyeke wiha li tu dera dinyayê nehatîye dîtin. Lê tirk li kurdan dikin, heta pê kêfxweş jî dibin. Meriv me sadîst be tiştekî wiha nake.
Mehmet Durak Karak 30 sal e di destê dewleta tirkan da êsîr
e. Dibê di meha hezîranê da bihata berdan, ji ber dilreşî û barbariya xwe
bernedane, hîn girtîye.
Li gorî qanûnan cezayê muebetê 30 sal e, lê ew hin êsîrên kurd salekê, du salan zêde di zindanê da dihên.
Destûr nedane Mehmet Durak Karak here têkeve bin darbesta lawê xwe. Ew kelemçekirî anîne şînê, 3 zebelihên bi sîleh jî dane kêlekê.
Dewletek, hukûmetek ji viya xerabtir, ji viya zalimtir nabe.
Ji ber ku gelkî neyarên kurdan e lema hewqasî ji însanîyetê dûr dikevin.
Meriv ne xedar, sadîst be bavekî kelemçekirî di şîna lawê wî da nade rûnişkandin !
Hin kurdên bêxîret hene hîn jî xulamtiya van hovan dikin. Ew
jî hevalê vê zulmê ne.
Mehmet Dûrak Karak ji Surûca embara mêran e.
Bîranînên xwe nivîsî ye. Du cild in, cilda 1´ê derketiye,
navê wê:
-Trajedî û komedî- Jiyana min
“Ez kurd im. Diya min ji kurdên Îranê, ji bajarê Kirmanşahê
ye. Diya min jineke pir serketî û zana bû. Min her tiştê xwe ji diya xwe
girtiye. Kurd avakar in, jîr in, lê belê pir zû tên xapandin.”
Benazîr Butto
Navê diya wê Begum Nusret e. Lema Benazîr jî nîvkurd e, wê
ev yek her tim bi şanazî got.
Banazîr Butto du dewra, 5 salan serokwezîrtiya Pakîstanê
kir. Sala 2007´a, di 27´ê çileya pêşîn da(27/12-07) li Pakîstanê, li bajarê
Rewalpindî bi namerdî hat kuştin.
XXX
-Her ku bi însên ra zanebûn zêde dibe tehamula ji meriv
cahil ra kêm dibe. Bi nîsbeta ûjdanê xwe ji neheqiyê nerehet dibe. Însanên
zana, bi ûjdan, xwedî asoyeke berfireh û bi nezaket di civatên wasat da
difetisin, nikanin bîna xwe bigirin.
Merivê ne zane, ji ilm û zanînê bêpar nezan e, nikane rastiyê bibîne, heqiyê û neheqiyê ji hev bigerîne. Nezan zû tê xapandin. Ji bo wê jî neyarên me heta ji destê wan hatiye xwesine kurdan paşdamayî û nezan bihêlin.

Inga kommentarer:
Skicka en kommentar