Bira rezê min li nav rezan be, bira tirî li min heram be. Bira konê min li nav êlê be, bira şelta min li kerê be.
Bira dewleteke me jî hebe, bira rejîma wê ne bi dilê me be, bira serokê wê yekî dîktator be.
-Heger hûn wer his dikin, wer bawer dikin her tişt ji dest we çûye, we her tiştê xwe wenda kiriye, dibê hûn ji bîr nekin dar her sal pelên xwe diweşînin, lê dîsa jî tîk li ser nigan e û li bende rojên baş in.
Wek milet li her çar perçên Kurdistanê em di rewşeke pir zor û pir xerab da ne.
Xelasîya ji vê rewşa xerab ne bêhêvîtî ye. Dibê em riyên, metodên, hin çareyên nuh biceribînin.Gelş ne bi bêhêvîtiyê û rûniştinê, bi xebatê çareser dibin.
Li Kurdistana Rojava em pir nêzî azadiyê, serxwebûnê bûne. Ji bo wê ye tirk har bûne, gefa qirkirinê li me duxin.
Tirk di gefên xwe da cidî ne, dibê em viya
bizanibin û li gorî wê li riyên çareseriyê begerin.
Ji berê û ber da ye neyarê herî har, herî êrîşkar tirk in, nahêlin em li tu
beşekî Kurdistanê azad bibin. Roja em zora wan bibin Kurdistan, dewleta kurd
çêbûye.
Bila rezê min li nav rezan be, bila tirî li min heram be.
Bira dewleteke me çêbe, bira serok yekî dîktaror be, bira sîstem, dûzan ne li gorî dilê min û fikrê min be; dixwaze rejîm çep be, ya jî îslamî be.
Tu rejîm,
tu serok ne ebedî ye, emê bi xebat û micadela xwe biguherin, Kurdistanê bikin
welatekî pêşketî, demokratîk, azadî û wekhevî lê serdest û asas be.
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar