03 september 2025

Gurê pîr dîsa qîlê xwe nîşanî kurdan daye

Serokê MHP´ê Devlet Bahçelîyê gurê pîr qîlê xwe nîşanî kurdan daye, dîsa gefa êrîşeke leşkerî li HSD´ê xwariye, gotiye:

”HSD di bin baskê Îsraîl da ye. HSD YPG ye. YPG girêdayî PKK´ê ye. Dibê HSD peymana bi Şamê ra îmze kiriye bi cî bîne. Heger viya neke bi îradeya Şamê û Anqerê midaxeleya leşkerî ewê zerûrî be.”

Dawîya derewan û hokabaziyê zû hat, tiştê bi firildaqan, bi derewên ”pêvajoya nuh” bi dest nexistin, dixwazin bi êrîşeke leşkerî bi dest xin.
Gelek pir pesnê Devlet Bahçelî didan, ew kiribûn kevoka aştiyê, bi hurmeteke mezin navê vî keftarê har digirtin devê xwe.

Lê careke din xuya bû Devlet Bahçelî hîn keftarê berê ye, bi qasî serê derziyê jî neguherîye, berê çiqasî neyarê kurdan bû, nuha jî hewqasî neyar e û bêtir jî har e.
Bahçelî ne ji bo xêrê, ji bo ku Kurdistana Rojava ji destê kurdan derxîne hin derew kirin, ji bo ku kurdan bixapîne.
Lê çira virekan heta sibê vêketî namîne, dawiya hoqebaziyên Bahçelî hat, gurê pîr dîsa qîlê xwe nîşanî kurdan da, dibêje ezê we bixum.

Hedefa Bahçelî û tirkan têkbirina îdareya Kurdistana Rojava ye. Dostiya wan jî, kenê wan jî, silava wan jî ji bo vê yekê ye; dixwazin îdareya Kurdistana Rojava têk bibin.

Bi taktîkên xapandinê negihîştin armanca xwe, Bahçelî lema serê ço û devê tivingê nîşanî kurdan dide.
Dibêje emê bi terorîst û qatilên îslamî ra Kurdistana Rojava dagir bikin.
Berdevkê AKP´ê Omer Çelîk jî eynî gef li PYD´ê û Hsd´ê xwariye, gotiye dibê ew jî wek PKK´ê sîlehên xwe deynin û xwe fesh bikin.

Xwedêgiravî Evdila Ocalan jî ev yek gotiye û di peymana Şamê û HSD´ê da jî ev yek hebûye. Endama Heyeta Îmraliyê ya DEM Partiyê Pervîn Buldanê gotiye:
”Abdullah Ocalan di hevdîtina dawî da li ser pêşketinên li Sûriye û Rojavayê Kurdistanê got, “Sûriye û Rojava xeta min a sor e. Ji bo min ew der cuda ye.”

Birayê Evdila Ocalan, Mhmet Ocalan jî got, ”Evdila gotiye gerek HSD sîlehên xwe daneyne, heger deyne di rojekê ewê wan bixun.”

Yanî îdîa Evdila Ocalan dibêje bira HSD sîlehên xwe deyne, xwe fesh bike vir e. 

Lê heger bibêje jî kurd qebûl nakin. Û ji xwe ji bo wê ye, ji bo ku HSD, PYD li gorî daxwaza tirkan hereket nakin, xwe teslîmî çeteyên HTŞ´ê nakin Devlet Bahçelî qîlên xwe yên bi xwîn nîşan daye, gotiye emê bi çete û terorîstên îslamî ra êrîşî we bikin.

Êrîş, ji serî da pilana tirkan a B ye, dibêjin heger em bi rehetî negihîjin armanca xwe, emê bi çeteyên xwe yên ereb ra êrîş bikin.
Heger Amerîka, Fransa bihêle bêguman ewê erîş bikin. Hêvî dikim Amerîka, Fransa nehêlin.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar