02 september 2025

Ji xelkê ra xerat e, ji xwe ra, ji miletê xwe ra malmîrat e !

Heger yek, carekê te bixapîne agir di mala wî keve; du cara te bixapîne, dîsa agir di mala wî keve; lê ku bû sê car, agir di mala te keve, wê demê sûc yê te ye, tu totikvala ye, te xapandin heq kiriye.

Sebebê heta nuha em kurd nebûne xwedî dewleteke serbixwe ne ji xurtî û zalimîya dijminên me tenê ye, sûcê mezin yê me ye; em, pêşiyên me bi qasî neyarên xwe ne jîr û zana bûne, em zû xapîyan e.

Tirk bûn xwedî dewlet, ereb bûn xwedî 23 dewlet, em kurd tenê man bindest.
Çimkî hin kurd, hin serok ji xelkê ra xerat in, ji xwe ra, ji miletê xwe ra malmîrat in.
Em ji xwe ra kûsiyan, ji xelkê ra masîyan digrin.

Me destek da tirk û ereb bibin xwedî dewlet, lê me ji xwe ra nexwest, me got em birayên hev ên dîn in, di roja teng da em bêbextiyê bi birayên xwe ra nakin.

Birayên mej î piştî bûn xwedî dewlet, dest kirin qirika me, gotin kurd tune ne, Kurdistan tune ye.

Tirkan ne carekê, ne du caran, sed carî em xapandine, piştî girêka xwe bi paş xistine, wek gurên har dadane me, em tar û mar kirine, mezinên me, zanayên me, pêşengên me giş bi çol û çepelan xistine. Nehîştine li Kurdistanê du, sê nifş bigihîjin hev.

Nuha tirk dîsa ketine tengasîyê, dîsa dest bi manawrayên hîle û xapandinê kirine; dixwazin bi fêlbazî, bi destê hin kurdên kirine zilamên xwe desthilata kurdên Kurdistana Rojava têk bibin.

Him ço û devê tivingê nîşanî me didin, him jî bi bazarên xapandinê dixwazin kurdên Kurdistana rojava dev ji desthilata xwe berdin û teslîmî wan û ereban bibin.

Tirk dibêjin bira çeteyên ereb li Sûriyê bibin xwedî dewlet, lê kurd nebin xwedî federasyon, nebin xwedî otonimî jî. Ji bo ku li Kurdistana Rojava hukûmeta kurdan têk bibin bi şev û roj dixebitin, her riyê, her hîleyê diceribînin.

Bi PYD´ê û HSD´ê ra danûstendinan dikin, dixwazin bi alîkariya Evdila Ocalan HSD sîlehên xwe deyne, dev ji hukûmeta Kurdistanê berde û xwe teslîmî çeteyên îslamî bike.

Hêvî dikim HSD, PYD, kurdên Kurdistana Rojava neyên xapandin û nekevin feqa tirkan.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar