Îro kêfa min li cî ye, bîna min fere ye, dilê in pir rehet û bextewar e. Çimkî me kilîta xaniyê xwe teslîm kir, me perê xwe girt û em ji deynê bankê xelas bûn.
Êdî ez merivekî ne deyndar im. Ev yek hisekî pir xweş e.
Me îro kilîta xaniyê xwe da malbata xaniyê me kirîye. Wan jî perê me dan me.
Me jî pere da bankê. Em him ji deynê bankê xelas bûn, him jî bûn xwediyê kusêxekî.
Ji meha adarê da ye em di hinge-dinga firotin û kirînê da ne, em pir westîyan e, ji pî û bask da ketin. Êdî em pir rehet in.Nuha em ne dayndar in, ne jî maldar in; lê baş-xerab kusêxekî me heye, em tê da disitir in.
Heger jiyan hin surprîzan çêneke, heta taliya umrê xwe emê li vî warî, di vî kusêxê xwe da bijîn.
Li vê dinyayê merive ne deyndar be pir xweş e, ne hustuxwar e, meriv pir rehet e, rehet radikeve, xew li meriv nagere.
Benjamin Frankliîn gotiye:
”Heger hûn dixwazin qedrê pera bizanibin hewl bidin deyn bikin.
Tu deyn bidî dijminê xwe, tu yê wî bikî dostê xwe, tu deyn bidî dostê xwe, dostiya we, nabêna we yê xera bibe.”
Deyndarî meriv hustuxwar dike, zimanê meriv kin dike.
Min nedixwest xaniyê xwe bifroşim, tirkekî, erebekî,
farisekî, min digot şalê kurdek bikire.
Ya dilê min bû.
Şansê min vê carê lêxist, kabê min mîr hat, ya dilê min bû; xaniyê me bû qesmet
û nesîbê malbeteke ji kurdên Konyayê, xanimeke welatparêz. Lema pir kêfxweş
bûm.
Kê
bikiriya minê ji mecbûrî bida, çimkî ez mecbûr bûm.
Min
xanî kirîbû û dibê xaniyê min bihata firotin.
Yanî tirkekî jî, erebekî jî bikiriya minê ji mecbûrî bifrota.
Lê minê tu carî ji bîr nekira, wek bîranîneke ne xweş minê bi
xwe ra bibira gorrê.
Şikir wer nebû, ya dilê min bû.
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar