31 augusti 2025

Carnan dil diweste

Jiyan riyeke dûr û dirêj e, meriv dide ser û dimeşe. Hin caran di meşê da ji nig bêtir dilê meriv diweste, meriv meşa xwe bêdil didomîne. Carnan jî westa xwe digire.

Dil jî biweste, nig jî biweste dibê meriv dev ji îdîala xwe bernede. Hedefa me xelasbûna ji bindestiyê ye, rê çiqasî dirêj, zor û zahmet be jî emê riya xwe bidomînin, heta ku Kurdistana serbixwe çêdibe, em kurd jî dibin xwedî dewlet.

 XXX

Li paytexta Îranê Tehranê civîna Şiyarbûna Dinya îslamî çêbûye.
Li ser navê Tirkiyê serokê Partiya Vatanê Dogu Perînçekê komunîst beşdar bûye.
Mêrik dikeve her boyaxê, her kerasî. Îdeolojî, mîdolojî jê ra qet ne muhîm e, jê ra çawa baş be, kî cî bêdê li têla wan dixîne. Dibe komunîst, dibe pantirkîst, dibe hevalê dîndaran. Ji bona navê xwe şeqlebaniya neke tuneye.

XXX

Kesên dibêjin hûn nikanin filan karî bikin, hûn nikanin zora dewletê bibin, bi pirranî ditirsin hûnê bikin, ditirsin hûnê ji heq derên, hûnê bi ser kevin. Ji bo ku hûn bi ser nekevin dibêjin efendim hûn nikanin vî karî bibin serî.

XXX

-Gotinek kane biryara te biguherîne,

hisek kane jiyana te biguherîne,

însanek kane te biguherîne…

-Dewlet dişibe keştiyê, xelk jî dişibe avê. Yê keştiyê hildigire av e, lê yê keştiyê bat, binav dike jî av e.

-Heger tu dixwazî roj xwe bigihîne te ji siyê derkeve.

-Tu kanî bi yê zana re minaqaşe bikî. Tu kanî bi yê nezan ra minaqaşe bikî. Lê belê minaqaşeya bi kesê xwe pir zane dihesibîne beyhûde û kêmaqilî ye.

Wele kêmaqilîbe, ne kêmaqilî be carnan meriv mecbûr dibe têkeve torra wan. Pir in, nabe meriv meydanê ji wan ra bihêle.

XXX

Yê mirî ji Ezraîl pirsîye:

”Ez benî, di dema mirinê da tu wek melek tê, lê di wexta bûyênê da çima melekek nayê?”

Ezraîl gotiye:

”Diya te heye, ne hewceyî melekek din were.”

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar