Sefîrê(ambasadorê) Amerîka yê Anqerê Thomas J. Barrac gotiye, hevdîtinên HSD´ê û Tirkiyê berdewam in.
Ji bo ku li Kurdistana Rojava îdareya kurdan têk bibin, tirk piralî dixebitin; armanca wan kurdan
dîsa bikin bindest.
Wezîrê karên derve yê Tirkiyê Hakan Fîdan jî gotiye, li Sûriyê PYD û ENKS tenê
tuneye, hin partiyên, hin kesên dostên me jî hene. Em bi wan ra dixebitin.
Heta nuha osmanîyan û tirkan nehîştin kurd bibin xwedî dewleteke serbixwe. Ne hîle û zora osmanîyan û tirkan bûye ji zûda em bûbûn xwedî dewleteke serbixwe.
Di Şerê Cîhanê yê Yekê da Kurdistana serbixwe ava bûbû, tirkan bi hîle û fêlbaziyên xwe serokên kurdan xapandin û nehîştin Kurdistana serbixwe ava bibe.
Ez ditirsim tirk vê carê jî nehêlin li Sûriyê kurd ji
bindestiya ereban xelas bibin, bibin xwedî dewleta xwe.
Tirkan hebûna xwe bi tunebûna me va, bi bindestiya me ya ebedî va girê dane.
Mêrikan heta nuha tim bi ser ketine, em hêdî hêdî kirine tirk, em anîne ber
qedandinê.
Dixwazin li beşên din ê Kurdistanê jî kurdan biqedînin.
XXX
Tu kanî hespê bibî ser avê, lê belê tu nikanî bi zor avê pê
bidî vexwarin.
Yanî tu kanî rastiyê ji yekî ra bibêjî, lê belê tu nikanî pê
bidî qebûlkirin.
Însan gava bibe murîd ji rastiyê ra çavên xwe û guhên xwe
digire, ha bibêjî, ha bibîjî pere nake.
Ji koran ra çira, ji kerran ra def bêfêde ye.
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar