29 augusti 2025

Wexta heliz borî mîrî min...

Sûriye ji destpêkê ne tu dewlet bû, buxçeyeke pînekirî bû. Bi tiliya tirkan û şerê Daîşê û hêzên îslamî pîne yek bi yek ji hev ketin.

Di rastiyê da Sûriye wek dewlet nemaye, herî kêm bûye sê-çar dewletên cihê.
Ji bo ku kurd nebin xwedî dewlet, tirk bi heraret dixebitin, dixwazin bi darê zorê vê buxça jihevdaketî dîsa pîne bikin.

Lê durzîyan kêra xwe di bêrîka erebên sûnî û tirkan da dîtine, naxwazin ev keysa ji wan ra peyda bûye ji dest xwe bidin û bindestiya erebênsûnî ya ebedî qebûl bikin.

Xêra durzîyan di me kurdan jî digere, gava durzî doza serxwebûnê bikin, şerm û rûreşiyeke mezin e kurd jî bi qasî wan cesûr hereket nekin û eynî tiştî nexwazin.

Heta barûta tirkan hebe ewê bixebitin Sûrîyeke wek ya berê çêkin, lê xeyaleke vala, bêbingeh e, Sûriya berê êdî çênabe. Cin ji şûşê derketiye, hew bi pa da dikevê…
Dewlet jî wek însên ne nemir in, çêdibin, demekê kin, dirêj dijîn, dûra dimrin. Sûriya berê miriye, tu kes, tu hêz nikane wê bîne qeysa berê.
Wexta heliz borî mîrê min...

XXX

Van rojan xwendevanên bloga min Hindik-rindik zêde bûne. Sbeb çi ye, gur li ku miriye nizanim. Lê bi dilê min e, şalê hîn zîde bibe.

Do 5051 kesî, îro jî heta nuha 1346 kesî riya xwe bi bloga min xistiye. Vê heftê jimara kesên bloga min xwendine, ya jî bala xwe danê 23939 e.

Qey xwendevan jiyan û serpêhatîyên min ên li vî warê nuh meraq dikin.

Di 28 rojan da 24 hezar tikandin tîrajeke baş e, hêvî diki tim wiha be.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar