Tirk, bêyî welatên Kurdistan dagir kirine ne li dijî perçebûna tu welatî ne.
Dinya zîfêl zîfêlî bibe, hezar û yek dewletên nuh çêbibin ne xema tirka ye, lê dibê Sûriye ebeden perçe nebe.
Erebên Sûriyê qebûl bikin jî tirk dibêjin em qetîyen qebûl nakin. Serokên Tirkiyê dibêjin gerek Sûrîye perçe nebe,
merkezî bimîne. Û gerek kurd jî sîlehên xwe deynin, teslîmî çeteyên ereb bibin, ji bo ku li welatê xwe nebin xwedî desthilat, bindest bimînin.
Pakîstan perçe bû, Bengladaş çêbû tirk ne li dij bû.
Sovyet perçe bû, tirk ne li dij bûn.
Yûgoslavya perçe bû, gelek dewlet çêbûn, tirk ne li dij bûn.
Etîyopya perçe bû, Erîtrî bûn xwedî dewlet, tirk ne li dij bûn.
sûdan perçe bû, tirk ne li dij bûn, negotin dibê ev welat perçe nebin.
Tirk dixwazin Rûsya perçe bibe, çeçen û hin miletên din bibin xwedî dewlet.
Tirk dixwazin Çîn perçe bibe, uygur bibin xwedî dewlwet.
Tirk dixwazin Qibris û Yûnanîstan perçe bibin, tirk bibin xwedî dewlet.
Tenê naxwazin Sûriye û Îraq perçe bibin, çimkî kurdê ji bindestiya ereban xelas bibin, bibin xwedî dewlet.
Tirk, bêyî kurdan li dinyayê dixwazin her milet bibe xwedî dewleta xwe ya netewî, tenê dibê kurd nebin.
Dibêjin kurd li Fezayê jî, li Hîvê jî gerek nebin xwedî dewlet.
Serokên Tirkiyê dibêjin, heger kurd ji Sûriyê veqetin, ya jî bibin xwedî federasyon, xurrî ewê têkeve canê wan, qotikê di nav wan da belav bibe, gişên telef û kel û kût bibin, qira wan ewê bê; Tirkiye ewê tarûmar bibe.
Ji bo wê jî tirk wek roniya çavên xwe yekîtiya Sûriyê
diparêzin, bi ruh û can destegê didin terorîst û çeteyên HTŞ´ê, dibêjin,
”aramiya Sûriyeyê rasterast bi ewlehiya Tirkiyeyê ve girêdayî ye.”
Li dinyayê di nabêna gelek welat û miltan da şer û pevçûn heye. Miletên ji hev
hez nakin, dijminatiya hev dikin pir in.
Lê belê li tu dera dinyayê, tu milet bi qasî tirk ji kurdan nefret dikin, ji
hev nabixudin, ji hev nefret nakin.
Kîn û nefreta tirkan a li hemberî kurdan, tirsa wan ji azadî û serxwebûna
kurdan bêemsal e, ji kîna devan xerabtir e, ji çiyayê Everestê jî bilindtir e; tarîx hîn nebûye şahidê neyartiyeke, kîn û nefreteke hewqasî mezin.
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar