28 augusti 2025

Mektûbên Perxudres Podcastê


Çendake min pê ra negîhand li podcastên Perxudres Podcastê guhdarî bikim. Şeva çûnî(do bi şev) fersend çêbû, min li ser hev li hemû podcastên min lê gudarî nekiribûn guhdarî kir.

Yek ji yekê xweştir e, meriv jê têr nabe. Wek meriv li sitraneke xweş, tam li gorî dilê xwe gudarî bike.

Podqastên mektûbên guhdaran û bersîvên Emer Farûk Baran muhteşem in. Him mektûb, him jî bersîv ji hev xweştir in.

Her mektûbek romanek rastîn e, meriv ji devê qehremanê, qehremana romanê li serpêhatiya wî/wê guhdarî dike. Hemû mektûb jî mikemel in, fena giş mamosteyên edebîyatê bin.

Çiqasî xweş dinivîsin, ya dilê xwe bi kurmancîyeke wek gezo lezîz tînin zimên. Meriv dibe heyranê wan mektûban.


Gava ez dibînim keç û xortên kanibin ya dilê xwe, hestên xwe bi kurmancîyeke hewqasî xweş îfade bikin pir dilşa û kêfxweş dibim.
Pêşengê van mektûban Emer Faruk Baran e, wî zor da guhdaran, keç û xortan, got binivîsin. 

Û vê daxwaz û israra wî fêkê da, xortan jê ra nivîsîn. Bi van mektûban Podqastên Perxudresê ecêb xweş bûne.

Ez bawer dikim guhdarên wê jî zêde bûne. Yê carê lê guhdarî bike pê va tê girêdan, dibe muptelayê wê.
Ez Emer Farûk Baran pîroz dikim.
Bi bawerîya min dibê Emer Farûk Baran van mektûban bike kitêb û biweşîne.
Mektûbûn hewqasî xweş û pir reng, gerek ne tenê dijîtal, ne di podcastê tenê da hebin, wek kitêb jî hebin.

Dibê ciwanên me bikanibin wan mektûban û bersîvan di kitêbekê da bixwînin. Mektûbên di warê edebî da hewqasî baş, bi qalîte gerek wek kitêb di kitêbxana kurdî da hebin.

Ev pêşniyara min e, hêvî dikim têkeve serê Emer Farûk Baran û weşanxaneyeke me jî berhemeke wiha biweşîne.

-Mektûba guhdar û cewabeka bi xêr û xweşî
-Çar pênc caran şiîrên Evdî Hesqera

-Diyarbekir û 3 Q: Qebe, Qure, Qirêj
-Mektûba mamoste Hudaî û zazayên Mêrsînê
-Mektûba Guhdar D û rîtuelên baba
-Mektûba Keskekesk û cewabeke kitabkitabî

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar