Cergî me mal bar kiriye, em hatine warê xwe yê nuh, ez hîn nehatime ser qeysa berê, min dûzana xwe tekûz nekiriye.
Him ji ber karê pir, him jî ji ber kêfa xaniyê nuh, wek mirîşka ji hêka bibe,
ez jî ji nivîsê bûme; lê germ nabim, pir kêm dinivîsînim. Çimkî wexta min tune,
serê min pir meşxûl e.
Ji bo nivîsê, xwendinê dibê serê meriv vehesîya yî be, meriv konsatre be, bala
meriv ne belayî be.
Xortê hat karton bir, camêr tirk û zavê siwêregîyan derket.
Min jê pirsî, min got, ma tu kurd î ya tirk î?
Got ez ne kurd im, tirk im, lê xanima min kurd e, siwêregî ye. Ez hinekî fêrî kurdî bûme. Min got pir baş e, me bi kurdî çend gotin ji hev ra got.
Min got ez wêranşarî me, em ji alî jinan va xizmê hev derketin. Kenîya, got rast e.
Min bajarê wî jê pirsî, min got, le tu ji ku ye?
Got ez ji Sêwasê me.
Min bi henek got, law we li otêla Madimaqê gelek însan şewitand.
Camêr got, ne me, wan em şewitandin, ez elewî me. Dîndarîya şaş mala însanan şewitandiye.
Dilê me bêtir bêtir li hev rûnişt, min got wê demê hûn jî wek me mexdûr in.
Me zêde dirêj nekir, camêr kartonên xwe bar kir û me xatir ji hev xwest.
Biranşa serwîsê hema hema giş xerîb in. Nizanim swêdiyên feqîr giş ku da çûne. Şufêrên texsîyan, otobozan, tirên û metroyan xerîb in, karkirên aşxane, pastexaneyan gişk xerîb in.
Yên paqijiyê dikin, malan bar dikin hema hema gişk xerîb in.
Berber, tuxtorên diranan, personalên din, dermansaz(eczacî), alîkarên wan gişk xerîb in.
Personalên markêtan giştk xerîb in.
Tu diherî nexweşxanê belkî ji sedî 80-90 xerîb in.
Ez nizanim ev swêdiyên belengaz ku da çûne, koçî kîjan welatî kirine…
Axirê hergî dihere kêm dibin, meriv êdî kêm wan dibîne.
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar