27 augusti 2025

Xebat û liberxwedana me nebûye keda Bersîs û bi avê da neçûye

-Derba çakûç a herî dawî kevir dişkîne. Lê belê ev nayê maneya derba ewilî bi kêrî tiştekî nayê. Serketin netîceya xebat û liberxwedaneke bênabên e. Hêzê dixwaze, xebatê dixwaze, feqet ne tiştekî ne mimkûn e.
Riya herî dirêj jî bi gava pêşî dest pê dike. Ezm hebe, xebat hebe her tişt mimkûn e. Carnan zû dibe, carna dereng, lê dibe, bi xebatê meriv digihîje armanca xwe.

Xebata me têrê nekir em Kurdistana serbixwe bibînin, lê belê ev yek nayê maneya kar û xebata me kir, liberxwedana me pûç bû, bi kêrî tiştekî nehat. 

Na, xebata me û yên pêşiyên me bi avêda neçû, gişk ketine ser hev, rojekê ewê mêweyên xwe bidin.

Kê bawer dikir, Împaratoriya Romayê, Bîzansê, Osmanî ewê têk biçin?
Kê bawer dikir çend komunîst li Rûsyayê ewê çar wergerînin, sîstema sosyalîst ava bikin, 70 sal sîstema xwe bidomînin.
Û dûra jî kê bawer dikir Sovyet û sîstema sosyalîst ewê hilweşe û bi dehan dewletên serbixwe ava bibin?
Kê bawer dikir Mao li welatekî wek Çînê ewê were ser hukim?
Kê bawer dikir Şahê Îranê ewê bireve dervayî welêt û meleyekî wek Xumeynî ewê bibe serokê Îranê?
Kê bawer dikir Seddam Husênê wek mişkekî di bin erdê da were girtin û bi biryara hakimekî kurd were îdamkirin?
Kê bawer dikir li Kurdistana Rojava Kurd ewê zora kurd ewê welatê xwe rizgar bikin, dûra jî zora kerîyên zebelihên Daîşê bibin, li welatê xwe azad bijîn, dibistin û zanîngehan vekin, zarokên xwe bi kurdî perwerde bikin?
Bi xebatê însan firiyan çûn asîmanan, daketin binê bahran, çiya qul kirin, gelek îcad, keşf û tiştên meriv bawer nedikir mimkûn be kirin, xistin xizmeta însên.
Gelek tiştan meriv destpêkê meriv bawer nake bibe, bûyina wan mimkûn be. Lê bi xebatê, bi ezmê her tişt mimkûn e.
Ji bo gelek kesan avabûna Kurdistaneka serbixwe xeyaleke vala ye, ne mimkûn e. Lê şaş e, mimkûn e, wek kekê Eskerê Boyik jî gotiye:
”Ez zanim Kurdistanê çêbe,
Azadîyê beyreqa wê be
ez zanim Kurdistanê çêbe
Lawê kurd ewê egîdê wê be..
îro be yan sibê be…” Kurdistanê çêbe…

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar