31 augusti 2025

Carnan dil diweste

Jiyan riyeke dûr û dirêj e, meriv dide ser û dimeşe. Hin caran di meşê da ji nig bêtir dilê meriv diweste, meriv meşa xwe bêdil didomîne. Carnan jî westa xwe digire.

Dil jî biweste, nig jî biweste dibê meriv dev ji îdîala xwe bernede. Hedefa me xelasbûna ji bindestiyê ye, rê çiqasî dirêj, zor û zahmet be jî emê riya xwe bidomînin, heta ku Kurdistana serbixwe çêdibe, em kurd jî dibin xwedî dewlet.

30 augusti 2025

Ez ditirsim tirk dîsa nehêlin kurd ji bindestiya ereban xelas bibin

Sefîrê(ambasadorê) Amerîka yê Anqerê Thomas J. Barrac gotiye, hevdîtinên HSD´ê û Tirkiyê berdewam in.

Ji bo ku li Kurdistana Rojava îdareya kurdan têk bibin, tirk piralî dixebitin; armanca wan kurdan dîsa bikin bindest.
Wezîrê karên derve yê Tirkiyê Hakan Fîdan jî gotiye, li Sûriyê PYD û ENKS tenê tuneye, hin partiyên, hin kesên dostên me jî hene. Em bi wan ra dixebitin.

29 augusti 2025

Wexta heliz borî mîrî min...

Sûriye ji destpêkê ne tu dewlet bû, buxçeyeke pînekirî bû. Bi tiliya tirkan û şerê Daîşê û hêzên îslamî pîne yek bi yek ji hev ketin.

Di rastiyê da Sûriye wek dewlet nemaye, herî kêm bûye sê-çar dewletên cihê.
Ji bo ku kurd nebin xwedî dewlet, tirk bi heraret dixebitin, dixwazin bi darê zorê vê buxça jihevdaketî dîsa pîne bikin.

Tirk li dinyayê bêyî kurdan ne li dijî serxwebûna tu miletî ne

Tirk, bêyî welatên Kurdistan dagir kirine ne li dijî perçebûna tu welatî ne.

Dinya zîfêl zîfêlî bibe, hezar û yek dewletên nuh çêbibin ne xema tirka ye, lê dibê Sûriye ebeden perçe nebe.

Erebên Sûriyê qebûl bikin jî tirk dibêjin em qetîyen qebûl nakin. Serokên Tirkiyê dibêjin gerek Sûrîye perçe nebe, merkezî bimîne. Û gerek kurd jî sîlehên xwe deynin, teslîmî çeteyên ereb bibin, ji bo ku li welatê xwe nebin xwedî desthilat, bindest bimînin.

28 augusti 2025

Mektûbên Perxudres Podcastê


Çendake min pê ra negîhand li podcastên Perxudres Podcastê guhdarî bikim. Şeva çûnî(do bi şev) fersend çêbû, min li ser hev li hemû podcastên min lê gudarî nekiribûn guhdarî kir.

Yek ji yekê xweştir e, meriv jê têr nabe. Wek meriv li sitraneke xweş, tam li gorî dilê xwe gudarî bike.

Podqastên mektûbên guhdaran û bersîvên Emer Farûk Baran muhteşem in. Him mektûb, him jî bersîv ji hev xweştir in.

27 augusti 2025

Dikim nakim nayêm ser dûzana berê

Cergî me mal bar kiriye, em hatine warê xwe yê nuh, ez hîn nehatime ser qeysa berê, min dûzana xwe tekûz nekiriye.

Him ji ber karê pir, him jî ji ber kêfa xaniyê nuh, wek mirîşka ji hêka bibe, ez jî ji nivîsê bûme; lê germ nabim, pir kêm dinivîsînim. Çimkî wexta min tune, serê min pir meşxûl e.
Ji bo nivîsê, xwendinê dibê serê meriv vehesîya yî be, meriv konsatre be, bala meriv ne belayî be.

Xebat û liberxwedana me nebûye keda Bersîs û bi avê da neçûye

-Derba çakûç a herî dawî kevir dişkîne. Lê belê ev nayê maneya derba ewilî bi kêrî tiştekî nayê. Serketin netîceya xebat û liberxwedaneke bênabên e. Hêzê dixwaze, xebatê dixwaze, feqet ne tiştekî ne mimkûn e.
Riya herî dirêj jî bi gava pêşî dest pê dike. Ezm hebe, xebat hebe her tişt mimkûn e. Carnan zû dibe, carna dereng, lê dibe, bi xebatê meriv digihîje armanca xwe.

Xebata me têrê nekir em Kurdistana serbixwe bibînin, lê belê ev yek nayê maneya kar û xebata me kir, liberxwedana me pûç bû, bi kêrî tiştekî nehat. 

26 augusti 2025

Dibê em ji bîr nekin ji hesinê pîs şûrê baş çênabe


Serokê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan li Melazgirê dîsa serê ço û devê tivingê nîşanî kurdan daye, gotiye:

”Yên berê xwe bidin Şamê û Enqerê ewê bi ser kevin, yên li gorî hiqûqa biratî û cîrantiyê tevbigerin ewê bi ser kevin. Yên rêya xwe şaş bikin û li patronên biyanî bigerin, di dawiyê da ewê winda bikin."
Dûra jî devê şûr nîşan daye, gotiye:

”Ez dubare dikim, şûr ji kalanê xwe bikşe cih ji qelemê û gotinê ra namîne…”

Dijminatiya tirkan a li hemberî kurdan ne gelşeke irqçîtiyê ye

Abûqat, lêkolîner, nivîskar Firat Aydinkayayê hêja li ser nîjadperestiya tirkan di kovara ”yenî e”da nivîseke mikemel nivîsîye.

Navê nivîsê bi tirkî” Hayır Irkçılık Degil! Kolonyal Irkçılık”; bi kurmancî: ”Na ne irqçîtî ! Îrqçîtiya kolonyal”

Lînka nivîsê di malpera wî X´ê da heye. Ji ber ku nivîs bi tirkî ye ez lînka wê parve nakim.

20 sal e, belkî jî hîn zêde ye, di medyaya sosyal da ne bi tirkî dinivîsim, ne jî nivîsên bi tirkî parve dikim.

25 augusti 2025

Bi minasebta serdana pismam û biraziyên min

 


Di 21´ê vê mehê da pismamê min ê hêja Ekrem Çuvanlioglu û herdu lawên xwe, biraziyê min ên jîr û zana Recaî û Omer hatin serdana me.

Bi hatina wan, bi dîtina wan ez pir kêfxweş û dilşa bûm. Cara pêşî bû min herdu biraziyên xwe didît. Surgûniyê, astengiyên dewleta tirkan em ji hev dûr xistin, nehîşt bi salan em hevdu bibînin.

Recaî ji Kanadayê, Omer ji Amerîka Mîamî´yê, bavê wan Ekremê pismamê min jî ji Wêranşarê-Rihayê bi rê ketin, hersê li Îtalyayê gîhan hev.

24 augusti 2025

Ax ji derdê vê nezaniya malkambax !

Nezanî tiştekî pir xerab e. Heta neyê serê meriv, meriv bi nezaniya xwe nahese.

Ji nişkave mişkê kompîtora min nexebitî. Min çi kir fêde nekir. Min bala xwe dayê kabloya wê qut bûye. Sibe ezê herim mişkekî nuh bikirim.
Xwedê kir mişekekî laptopê yê biçûk li mal hebû, ew hat gazî û hawara min.
Mirina mişk birîna kêçê ye, ez ditirsiyam kompîtor xera bûye.

11 sal berê em li warekî din bûn


Min çer kompîtora xwe vekir, Facebookê ev parvekirina min a 11 sal berê derxist pêş min. Min bala xwe dayê 11 sal berê îro dara me ya sêvê bi sêvên xwe xemilîye.

11 sal berê îro ez li Alby bûm, hewa xweş bû, li hewşê rûniştibûm û min li dara xwe sêr û temaşe dikir.

Lê îro li Hanînge, li warekî nuh im, ne hewş heye, ne jî dara sêvê. Boyaxa hundur do qediya, me mal bi piranî bi cî kir. Li balkonê 10-12 kartona mane, ez wan jî ji berêvkê da vedikim.

23 augusti 2025

Hesabê min û hoste li hev derneket

Merheba û siba we bi xêr gelî dost, heval û xwendevanên min ên hêja!

Pînc roj in ji ber ku ez di hinge dinga boyaxa mamlê da me, min tiştek nenivîsîye û parve nekiriye.
Li gorî soza hoste dabû min, ewê di nava 4-5 rojan da biqedan da, lê hesabê min û hoste li hev derneket, kar neqediye.
Salon(oda rûniştinê) qediya, kompîtora min bi cî bû, lê odeyek û hin çirtik-pirtikên din mane, ez bawer dikim ewê jî sibe biqede û ezê jî rehet bikim, vehesim.

18 augusti 2025

Dîsa agahdariyek mecbûrî !

Gelî dost û heval û şopînerên hêja, ji bo ku sibe li mala me tahmîrat, sewax û boyax dest pê dike, ji mecbûrî ezê 4-5 rojan nabênê bidim nivîs û parvekirinên xwe.
Li gorî soza hoste daye min, ewê di nava 4-5 rojan da biqedînin. Hêvî dikim wer derkeve, dirêjtir nebe.

Rohat Alakom vê carê jî lêkolîneke li ser Selahedînê Kurd li kitêbxana kurdî zêde kir


Dostê minê hêja Rohat Alakom, do di civîna nasandina kitêba kekê Omer Şêxmûs da kitêba xwe ya nuh, ”Li gorî çavkaniyên swêdî Selahedînê Kurd(Kurden Saladîn)ji min ra îmze kir.

Rohat Alakom lêkolînerekî pir mustesna ye, tu carî nasekine, westa
xwe nagire; nabêna nadê, tim û daîm, sal doznzde meh wek mûriyan dixebite.
Lêkolînekê diqedîne, çend mehan ji kozika wî deng nayê, dûra tu
hew mêze dikî bi esereke nuh, balkêş derket pêşbrî te.

Li Kurdistana Bakur nifşê dawî ye bi dayikên xwe ra kurdî dipeyive !


Xew li min gerîya, seet di çara da bi xwe hesîyam, min xwe bi vî alî û wî alî da borr kir xewa min nehat. Hezar mesele di serê min da li bin guhên hev ketin, nehîştin xew têkeve çavên min.

Ez rabûm, min kompîtora xwe vekir, bala xwe da bloga xwe û malperên xwe ya Facebokê û û X´ê. Dûra dagerîyam ser parvekirinên medyaya sosyal, ji wir çûm malpera Rûdawê.

Sernivîsa ”Ev nifşê dawî ye ku bi dayîkên xwe re bi Kurdî diaxive” tavilê bala min kişand.

17 augusti 2025

Kitêbxana Kurdî ya Stockholmê îro mazûbaniya kek Omer Şêxmûs kir

Îro em gelek kes, nas û dost û hevalên kekê Omer Şêxmûs bi minasebeta nasandina du kitêbên li ser jiyana wî û xanima wî Agneta Kling hatin ba hev.

Amedekarê kitêbê Newzad Alî û kek Omer Şêxmûs li ser kitêbê hin agahdarî dan. Piştî agadariya guhdaran hin pirs ji Newzad Alî û kek Omer Şêxmûs kirin, wan jî bersîvên pirsan dan.
Kitêb ji alî weşanxana DOZ´ê va hatiye weşandin. 
Xecê Yaşar û Roza Kurdî moderatoriya civîn kirin. 

Durzîyên Sûriyê: Em serxwebûnê dixwazin


Bi hezaran durzî do li Sûriyê, li bajarê Siwêdayê daketin û kuçe û kolanan û bi dengekî bilind serxwebûna xwe xwestin.

Gotin, "Em federasyonê naxwazin. Em birêveberiya xweser naxwazin. Em serxwebûnê dixwazin"!
Aqûbet li serê me be. Bi hêvîya ev serîhildana durzîyan îlhamê bide serokên kurdan jî.
Tiştê hîn jî balkêştir, ji bo kurdan jî azadî û serxwebûn xwestin, gotin, "kurdino em bi we ra ne heta mirinê !"

16 augusti 2025

PDK û YNK çima û ji bo çi li hev nakin?


10 meh di ser hilbijartinên Kurdistana Başûr ra derbas bûye, hîn ne meclîs civiya, ne jî hukûmet çêbû. Jixwe serokên PDK´ê û YNK´ê êdî qala vekirina meclîsê û avabûna hukûmetê nakin.
Ev yek ji bo wan skandaleke mezin e.Heger we yê hukûmet ava nekira hilbijartin çima çêbû?
Ji bo wan tu qîmeteke hilbijartinan û îradeya milete tune ye. Heger hebûya ev rewşa kambax nedidomandin.

15 augusti 2025

Tirk dewlet û cîrantiya her miletî li dilê xwe dixin, tenê cîrantiya kurdan qebûl nakin

Wezîrê karên derve yê Tirkiyê Hakan Fîdan ji kurdên Kurdistana Rojava ra, ji HSD´ê ra dibêje, ya hûnê teslîmî çeteyên HTŞê bibin ya jî emê midaxele bikin.

Neyartiya kurdan a dilê tirkan da pir kûr e, tehamul nakin li tu beşekî Kurdistanê kurd azad bijîn.
Tirk dewleta her miletî li dilê xwe dixin, cîrantiya ereban, farisan, bûlgaran, gurcîyan, yûnanan, êrmenîyan, azerîyan bi kêfxweşî qebûl dikin, tenê cîrantiya kurdan qebûl nakin.

Gelo Trump û Pûtîn ewê çi biryarê bigrin?

Serokê Amerîkayê Donald Trump û Serokê Rûsyayê Vladimir Putîn îro li eyaleta Alaska ya Amerîkayê dicivin.

Civîn bêyî beşdariya Ukraynayê û Ewrûpayê dibe.
Dinya bi meraq û heyecan civînê taqîb dike û netîceyên civînê meraq dike.
Gelo civînê çawa biqede?
Ev yek ne diyar e. Lê du îhtîmal hene, ya ewê ji bo Trump bibe fîyasqoyeke mezin, ya jî serketineke tarîxî.

14 augusti 2025

Em êdî ne mecbûr in wergerên tirkan kirine bixwînin


Kekê Abdulah Keskîn di vê gazin û rexneya xwe da ji erd hetanî ezman bi heq e. Em giş zanin tirk di wergerên ji zimanên din beşên li ser kurdan ya diguherin, ya jî jê derdixin.
Di vî warî da bi sedan numûne hene. Navê kurdan û Kurdistanê di Quranê da jî hebe ewê jê derxin.

Şikir êdî zana, zimanzan û tercumanên kurd pir in, weşanxaneyên me berhemên li ser kurd û Kurdistanê yek bi yek tercumeyî kurmancî dikin. Em êdî ne mecbûrî xwendina wergerên bi tirkî ne. Em zanin tirk di wergeran da, dema li ser kurdan be her sextekariyê dikin.

Tirkiye dixebite çeteyên Colanî bajo ser kurdan

Agir ketiye dagirkerên tirk, ji bo ku Ji bo ku li Kurdistana Rojava hukûmeta kurdan têk bibin, ji bo ku Kurdistana serbixwe çênebe bi şev û roj dixebitin, geh ew baz didin Şamê, geh çeteyên xwe yên HTŞ´ê radikşînin Anqerê.
Bi çeteyên Colanî ra civînê li ser civînê çêdikin. Dixwazin çeteyên îslamî berra kurdan bidin. Nuha hedefa tirkan bi destê çeteyên HTŞ´ê êrîşî kurdan bikin, hukûmeta wan rûxînin.

13 augusti 2025

Îro di daristanê xalifîm

Ez îro di daristana nêzî mala me da xalifîm, nîv seetê vir da, wê da viz bûm, de de, de de, axirê bi zor, bi destopelkê bi ser riya xwe va bûm. Bîna min hat ber min. 

Seet li dora yanzda min berê xwe da parka nêzî mala me(slätmossens naturpark). Xanim gelkî westîyayî ye, got ez nikanim bimeşim. Ez bi tenê çûm.

Tirkan di wergera kitêba Îbn Kesîr da kurd kirine tirk

Mamosteyê tarîxê yê zanîngeha Selçûkê (Konyayê) Prof. Mustafa Demircî gotiye, ”di xebata xwe da min ferq kir, di kitêba Îbn Kesîr(1300-1373) da di her dera navê kurd derbas dibe kirine tirk. Min tercuman dît, min got çima te wiha kiriye? Got min ew der tercume nekiriye...”

12 augusti 2025

Sohbet di gel bavê Lewendi 2001

Li Stockholmê, li mala Mahmûd Lewendî sohbetek bi bavê wî yê rahmetî ra. Sal 2001´e.
Ev demeke Keya Îzol bi parvekirina hin vîdeoyên ji kar û xebatên me yên li Swêd, ji dîroka me ya 45 salên li vî welatî xizmeteke bêhempa dike. Mala camêr hezar carî ava be. Ev vîdeo jî yeka ji wan e.
Yên di vîdeoyê da. Ji milê çepê Faris Medenî Marsîl, Nafî Çilgin, Zinarê Xamo, bavê Lewendî, Yilmaz(Selîm Bakac),Fexriyê Farqînî û Mahmûd Lewendî

Ronî di himêza kalikê xwe da pir kêfxweş bû


Şîrîn û egîda mala Xamo, neviyê(torinê)me yê nuh Leo Ronîyê me pêr hatibû serdana kalik û pîrika xwe. Di himêza me da qet negiriya, pir sakîn, rehet û kêfxweş bû. Pir şîrîn e. Hîn biçûk e, 25 rojî ye, wek pembo ye.

Bêguman meriv ji kalik û pîrika xwe hez dike, li ba wan xwe di ewlehiyê da dibîne.

11 augusti 2025

Tirkiye çeteyên xwe yên ereb dajo ser kurdan

Terorîstên hukûmeta Sûriyê bi sîlehên giran, wek keriyên gurên har berê xwe dane Kurdistana Rojava.

Bi emrê Tirkiyê dikin êrîşî kurdan bikin.

Tirkiye bi taktîk û manawrayên ”pêvajo-mêvajoyan” negihîşt armanca xwe, lema dikin şer biceribînin.

Kultur sînoran nas nake

Fîlozof Michel Serres

Fîlozofê fransiz Michel Serres, li ser ferqa mal û milk, tiştên madî û zanînê numûneyeke balkêş û xweş daye. Ferqa tiştên madî û zanînê wiha nîşan daye:

”Heger yê te nanekî te hebe, yê min jî euroyekî min hebe û ez bi euroyê xwe nanê te bikirim, di dawiya vê alvêrê da li ba min nan, li ba te jî ewê euroyek hebe.
Ev, wek balanseke mikemel xuya dike, ne wisa?

10 augusti 2025

Gerek em dijminê xwe yê herî xedar baş nas bikin

Cepheya Erdogan û Bahçelî ji bo kuhukûmeta, îdareya kurdên Kurdistana Rojava têk bibin wek gêrikan dixebitin, her fêbaziyê, her derewê, her hîlekariyê, her durûtiyê dikin.

Ev ne bes e di nava ra gefê li kurdan dixun, serê ço û devê tivinga mor nîşanî kurdan didin, ji PYD´ê ra, ji HSD´ê ra dibêjin heger hûn teslîmî terorîstên HTŞ´ê nebin emê fermana we rakin. 

Yanî bi hawakî sergitî dibêjin emê Kurdistana Rojava bi temamî dagir bikin.

09 augusti 2025

Tu şer ne bêdawî ye


Ermenistan û Azerbeycanê bi navbênkariya serokê Amerîkayê Donald Trump li hev hatin û li Qesra Sipî peymana aştiyê îmze kirin.

Azerî û êrmenîyan li ser Qerebaxê çend salan şerekî mezin kirin, bi hezaran însan ji hev kuştin.

Di vî şerî da yên herî bêtir zirar dîtin, yên ji erdê xwe, ji mal û milkê xwe bûn û di cepheya herdu aliyan da hatin kuştin kurd bûn.
Tu şer ne bêdawî ye, dawiya her şerî lihevkirin e, aştî ye. Însan dîsa jî dev ji şer bernadin.

08 augusti 2025

Erdogan gotiye ew bi PKK´ê ra ji bo kurdan baza tu mafî nakin

Serok û xwediyê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan li ser danûstendinên, ”pêvajoya nuh” ya bi Evdila Ocalan û PKK´ê ra gotiye:

“Di xebatên ji bo Tirkiyeyeke bêteror de cihê ti pêvajoyên bazarî û danûstandinan û gavên serxwebûna me bixin metirsiyê nînin û ti carîjî nabin.”

Yanî mêrik eşkere dibêje, em mafekî herî biçûk jî nadin kurdan, ji bo vê jî me tu soz moz nedayekî û em tu bazar mazarê jî nakin.

Min derdê xwe ji Perxudres Podcastê ra got


Ji Perxudres Podqastê ra

Çend roj berê li ser zorî û zahmetiyên vê serdema înternetê min nivseke bi navê ” Xwezî min ev serdema makîne ketine dewsa însên nedîta” nivîsî.
Nivîsa min gelkî hat ecibandin. Kêfa dostê minê hêja Emer Farûk Baran jî ji nivîsê ra hat, xwest ez nivîsê hinekî din jî fire bikim û wek nameyeke ji Perxudres Podcastê ra bişînim.
Min bi kêfxweşî qebûl kir. Vê carê dixwazim bi riya Perxudres Podcastê çend gotinan li vê teknolojiya bîn li însên çikandiye bibêjim.

07 augusti 2025

Mektûba Zinarê Xamo û Cewabeka Ser Rih û Rahîyayê

Warê me yê nuh xweş xuya dike

Beyanî baş, siba we bi xêr û xweşî dest pê bike gelî dost, haval û şopînerên ezîz!

Min bîriya we û nivîsînê kiribû, lê wa ye we jî jiyan û halê min ê van çend rojên dawî meraq kiriye.
Do 2527 kesan, îro jî 934 kesan bloga min Hindik-Rindik tikandiye. Li gorî rojên berî malguhestinê zêdayiyek 
berbiçav e. Sipas ji bo vê eleqe û hezkirina we.

06 augusti 2025

Merheba gelî dost û hevalên ezîz!

Çend roj in bi barkirina malê da ketime, dinya xan bûye, xerabe bûye haya min jê tuneye. Çimkî him înterneta min tunebû, him jî di nava pakêtan da gêja min çû.

Înterneta min îro hat girêdan. Berê me bêyî înternet çawa dear dikir nizanim.
Înternetê vê dinya dijîtal, medyaya sosyal însan gelkî guhertin; êdî bêyî înternet, bêyî kompîtor û telefona desta sebre meriv nayê. Em êdî ne însanên, 40-50 sal berê ne.

04 augusti 2025

Hesabê mal û bajêr li hev derneket

Ji şansê xerab ra, hesabê malê û bajêr li hev derneket. Fîrma barkirinê wext texîr kir, îro nehat, barkirin ma sibe, roja sêşemiyê.

Berpirsîyarekî fîrmayê do êvarî telefon kir, got problemeke personalan çêbûye, ereba mezin jî xera bûye, tabîr dibe. Malaleke din jî dibê bar kir. Lema nikanin herdu malan di eynî rojê da bar bikin. Çimkî personal kêm e.

03 augusti 2025

Agahdarî ji xwendevan û şopînerên Hindik-Rindik ra

Îro ev nivîsa min a dawî ye. Bîsteke din ezê kompîtorê top bikim, têxim kartonê. Sibe seet di 08.00´a da em bar dikin, heta wê çaxê dibê her tişt pakêtkirî, hazir be.

Li xaniyê nuh ezê kînga kanibim înternetê girê bidim ne diyar e. Belkî du-sê rojan bajo. Hêvî dikim dirêj najo.
Dibê hinek werin ji min ra girê bidin. Lawikê me Rojen ewê alîkariya min bike, lê dibe ku girêdana înternetê wextê bigire, çend rojan bajo.

02 augusti 2025

Sibe ne dusibe em ji vî warî bar dikin

Ji vêsê da ye min û xanimê pişta xwe rast nekiriye, em kartonên veguhestinê dadigrin û dadigrin dawî nayê.

Sibe roja dawî ye, dusibe sibê zû em malê bar dikin. Ev guhestina cara 9´a û ya dawî ye, heger em venegerin emê di vî xanî da xatir ji dinê, ji zarokan û ji nifşên li pey xwe bixwazin.
Me heta nuha 57 karton, 30-40 torbe, çente û bawil dagirgirtine dawî nayê.
Min nizanîbû me hewqas tiş-mişt wek sihorîkan embar kirine.

01 augusti 2025

Hizbayetî nahêle yekîtiya pêşmergeyan çêbibe


Mufetişê Giştî yê Amerîkayê di rapora xwe da gotiye, "hizbayetî û kêmasiya budçeyê" du astengên sereke yên li pêşiya yekkirina Hêzên Pêşmergeyan e. 11 lîwayên piyade yên gerek bihatana avakirin, tenê 3 lîwa hatine avakirin...”

Bi baweriya min yektîya hêzên pêşmerge û du hukûmetên cihê ewê tu carê çênebe. 3 sal e Amerîka dixebite ji bo ku hêzên pêşmerge bike ordîyeke netewî, lê PDK û YNK serî li xwe digerînin, nakin.