Agir ketiye dagirkerên tirk, ji bo ku Ji bo ku li Kurdistana Rojava hukûmeta kurdan têk bibin, ji bo ku Kurdistana serbixwe
çênebe bi şev û roj dixebitin, geh ew baz didin Şamê, geh çeteyên xwe yên HTŞ´ê
radikşînin Anqerê.
Bi çeteyên Colanî ra civînê li ser civînê çêdikin. Dixwazin çeteyên
îslamî berra kurdan bidin. Nuha hedefa tirkan bi destê çeteyên HTŞ´ê êrîşî kurdan bikin, hukûmeta wan rûxînin.
Ji bo rê li ber çêbûna dewleta kurdî bigirin komîsyon-momîsyonên xapandinê
çêdikin, dixwazin bi van taktîkên klasîk careke din kurdan bixapînin.
Ev pilana wan a A ye. Pilana wan a B jî çeteyên Colanî êrîşê bibin ser kurdna û îdareya PYD´ê, HDS´ê hilweşînin.
Heger bi pilana A negihîjin armanca xwe, ewê pila B têxin dewrê, yanî ew û çeteyên HTŞ´ê bi hev ra êrîşî kurdan bikin. Wek Li Efrînê û Serê Kaniyê kirin.
Wezîrê karên derv yê Tirkiyê Hakan Fîdan eşkere got, em qebûl nakin HSD sîlehên xwe teslîm neke.
Lê ew çi bikin Kurdistanê çêbe, çimkî dema çêbûna wê hatiye
Kurdperwerê hêja, kekê Eskerê Boyik jî berê gotiye:
”Ez zanim Kurdistanê çêbe
Azadî ewê beyreqa wê be
Ez zanim Kurdistanê çêbe
Lawê kurd egîdê wê be
Îro be, yan sibê be…”
XXX
Çeteyên Colanî yên îslamî li gundekî Sûriyê bi darê zorê şehadetê
bi du pîrên êrmenî didin anîn; wan dikin misilman.
Bêguman Beşar Esad dîktatorekî zalim bû, lê Colanî û çeteyên
wî sedqatî ji Beşar Esed xerabtir in.
Hêzên îslamî li her derê vê irqçîtiyê, barbariyê dikin, pê
li serê însên dikin. Mafê jiyanê nadin kesên ne ji xwe, ne wek xwe. Meriv ne
wahş be vê zulmê li du pîrên êrmenî nake.
Tirkiye dixwaze kurd sîlehên xwe teslîmî van barbarên îslamî
bikin.
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar