14 augusti 2025

Em êdî ne mecbûr in wergerên tirkan kirine bixwînin


Kekê Abdulah Keskîn di vê gazin û rexneya xwe da ji erd hetanî ezman bi heq e. Em giş zanin tirk di wergerên ji zimanên din beşên li ser kurdan ya diguherin, ya jî jê derdixin.
Di vî warî da bi sedan numûne hene. Navê kurdan û Kurdistanê di Quranê da jî hebe ewê jê derxin.

Şikir êdî zana, zimanzan û tercumanên kurd pir in, weşanxaneyên me berhemên li ser kurd û Kurdistanê yek bi yek tercumeyî kurmancî dikin. Em êdî ne mecbûrî xwendina wergerên bi tirkî ne. Em zanin tirk di wergeran da, dema li ser kurdan be her sextekariyê dikin.

Hemû beşên Ibn Esîr ên li ser kurd û Kurdistanê ji alî Emîn Narozî tercumeyî kurmancî bûye, li dor hezar rûpelî, di du cildan da Avestayê çap kiriye.

Tirkan ne di tercumeya Îbn Kesîr tenê da ev sextekarî, ev bêexlaqî kirine, di hemû wergeran da, dema rastî navê kurd tên miheqeq sansor dikin; ya dikin tirk, ya jî jê davêjin.

Di sextekariyên wiha da li dinyayê ji tirkan bêexlaqtir kes tuneye. Ji bo ku navê kurdan, Kurdistanê di tu belgeyeke, kitêbeke tarîxî, edebî da nemîne sextekariya nekin tuneye.

Pêxember jî qala kurdan kiribe, di Quranê da jî navê kurdan hebe ewê jê derxin.

Dibê lêkolînerekî kurd li ser vê bêexlaqiya tirkan lêkolînekê bike.
Berê kurdên van kitêbên li ser tarîxê tercumeyî kurdî, tirkî bikin tunebû, nuha pir in. Û saya van zana û lêkolînerên kurd gelek sextekariyên tirkan îfşa bûn. 

XXX

Gava ez dibînim hin hemşeriyên min ên wêranşarî vîdeoyên pêkenînên bi tirkî çêdikin pir xemgîn dibim.

Nuha kurmancî nizanîbûna minê bigote de kurmancî nizanin, lema pêkenînên bi tirkî çêdikin.

Kurmancîya gişan ji tirkîya wan çêtir e, lê dîsa jî xwe li tirkî dikin bela.

Dibê em hunera xwe bi zimanê xwe bikin, bi sinetkarên, komedîyenên miletê xwe bin. Gerek meriv xizmetê ji kultur û zimanê xwe ra bike.

Meriv kurd be, wêranşarî be, kurmancîya meriv baş be, lê mîzaha xwe ne bi kurdî, bi tirkî bike ne xweş e, bi ya min eyb e jî…

Ez ji sinetkar û komedîyenên wêranşarî pir gazin im. Bi ya min şerm e sinetkarekî, komedîyenekî wêranşarî sinetê xwe bi tirkî bike. Neke çêtir e. Dê û bavên wan ew bi kurmancî mezin kirin, ew wêranşariyan dihewisînnin tirkî.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar