15 augusti 2025

Gelo Trump û Pûtîn ewê çi biryarê bigrin?

Serokê Amerîkayê Donald Trump û Serokê Rûsyayê Vladimir Putîn îro li eyaleta Alaska ya Amerîkayê dicivin.

Civîn bêyî beşdariya Ukraynayê û Ewrûpayê dibe.
Dinya bi meraq û heyecan civînê taqîb dike û netîceyên civînê meraq dike.
Gelo civînê çawa biqede?
Ev yek ne diyar e. Lê du îhtîmal hene, ya ewê ji bo Trump bibe fîyasqoyeke mezin, ya jî serketineke tarîxî.

Bi texmîna min Pûtîn ewê pêşniyarên Amerîkayê qebûl bike û biryara rawestandina şer bigrin.
Dimîne Ukrayna. Gelo Ukrayna jî ewê şertên Rûsyayê qebûl bike ya na, ne diyar e.

Ez dibêjim Ukrayna jî ewê qebûl bike, çimkî bi hêz û îmkanên xwe, bêyî alîkariya Amerîkayê û Ewrûpayê nikane şer bi salan bidomîne.

Bidomîne jî nikane zora Rûsyayê bibe, ewê bêtir li zirar derê.
Lema şertên rûsan pir giran be jî Ukrayna ewê qebûl bike.

Ev dinya wiha ye, yê xurt, neheq be jî qeznc dike.
Ma dagirkerên me ne neheq in?

Welatê me dagir kirine, em jî kirine bindest. Li gel vê neheqiyê jî dinya ji dagirkerên me ra nabêje ji Kurdistanê derkevin. 

Di ser da şerê me yê li hemberî dagirkeriyê wek "terorê" dibînin û destegê didin Tirkiyê û dagirkerên me yên din.
Çima wiha dikin?
Çimkî herçar welatên dagirkerên welatê me ji me xurttit û ji me zengîntir in. Dewletên mezin bertîl dikin. Pere kevir nerm dike. Bi pera dinya bûye hevalê zaliman, neheqan û dagirkeran. Donald Trump jî ewê bibe hevalê Pûtîn, çimkî pere tê da heye.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar