Wezîrê karên derve yê Tirkiyê Hakan Fîdan ji kurdên Kurdistana Rojava ra, ji HSD´ê ra dibêje, ya hûnê teslîmî çeteyên HTŞê bibin ya jî emê midaxele bikin.
Neyartiya kurdan a dilê tirkan da pir kûr e, tehamul nakin li tu beşekî
Kurdistanê kurd azad bijîn.
Tirk dewleta her miletî li dilê xwe dixin, cîrantiya ereban, farisan, bûlgaran,
gurcîyan, yûnanan, êrmenîyan, azerîyan bi kêfxweşî qebûl dikin, tenê cîrantiya
kurdan qebûl nakin.
Dijminatiyeke hewqasî xedar, hewqasî irqçî, faşîst nehatiye dîtin.
Kurdên bûne zilamên tirkan û wezîr û parlamenterê AKP´ê, heger zereyek xîret bi
wan ra mabe, dibê ji Hakan Fîdan û erdogan bipirsin, bibêjin, çima hûn hewqasî
li dijî cîrantiya kurdan in?
We îtîrazî cîrantiya Daîşê nekir, hûn îtîrazî cîrantiya terorîstên, canîyên
HTŞ´ê nakin, çima hûn naxwazin kurd bibin cîranên we?
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar