10 meh di ser hilbijartinên Kurdistana Başûr ra derbas bûye, hîn ne meclîs civiya, ne jî hukûmet çêbû. Jixwe serokên PDK´ê û YNK´ê êdî qala vekirina meclîsê û avabûna hukûmetê nakin.
Ev yek ji bo wan skandaleke mezin e.Heger we yê hukûmet ava nekira hilbijartin çima çêbû?
Ji bo wan tu qîmeteke hilbijartinan û îradeya milete tune ye. Heger hebûya ev rewşa kambax nedidomandin.
Ez bawer nakim tu hukûmet, mukûmetan çêkin. Çimkî PDK dibê para şêr dibê ya
min be, YNK jî viya qebûl nake. Gelş ev e, mesele ev e, nakokî ev e.
Arif Qurbanî li ser sebebê PDK û YNK çima li hev nakin nivîske gelkî muhîm nivîsîye, sebebên vê nakokîya çareser nabe xweş eşkere kiriye.
Li gorî Arif Qurbanî gelşên di nabêna PDK´ê û YNK´ê da li ser kursiyan e, mesela parvekirina desthilatê ye.
Ne PDK qebûl dike hukimê di destê xwe da kêm bike,
tawîzê bide YNK´ê, ne jî YNK êdî qebûl dike her tişt di destê PDK´ê da be, para
wê hindik be.
Sebeb ev e, mesele parkirina kursiyan û dahata Kurdistanê ye.
Lê berdewamiya vê rewşê û lihevnekirinê jî dawiya dawî ewê
him serê wan bixwe, him jî serê herêma Kurdistanê bixwe.
10 meh di ser hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê ra
derbas bûye, ji bilî hin daxuyaniyên medyayî tu gaveke praktîkî neahtiye
avêtin, ji bo ku Herêma Kurdistanê bikaribe hikûmeteke nû ava bike.
Hukûmet û serokê Kurdistanê bêyî ku tu qanûn û biryareke
parlamentoyê hebe, yan jî li gorî lihevkirineke siyasî, çar sal in dev ji
kursiyên xwe bernadin, temenê xwe dirêj dikin.
Yanî serokên PDK´ê çar sal in bi zor dev ji kursiyên xwe bernadin, ne meclîsê
top dikin, ne jî hukûmeteke nuha ava dikin. Hukmê, îmaknên di dest xwe da bi
kesî ra parva nakin.
Dadgeha Federal ya Îraqê jî li ser vê rewşa herêma
Kurdistanê bi zanetî biryarekê nade. Ew pir kêfxweş in rewşa Kurdistanê bi vî
awayî bimîne, hukûmet çênebe, ji bo ku saziyên herêma Kurdistanê rewatiya xwe
ya yasayî, destûrî û cemawerî ji dest bidin.
Ev yek qet ne xema mala Barzxanî û Talabanî ye, ji bo wa nya muhîm kursiyên wan
in, filisekî xwe jî di qanûn manûnan nadin. Çar sal in bi darê zorê îdara
Kuristanê girtine destê xwe.
XXX
Civîna Trump û Pûtîn li gorî dilê Pûtîn qediya; agirbest
nehat îlankirin.
Piştî civîna sê saetan, Putîn û Trump derketin ser dikê.
Herduyan jî peyva ”agirbestê” bi kar neanîn. Yanî meriv kane bibêje ji civînê
biyara agirbestê dernekt, rûsan dev ji daxwazên xwe yên destpêkê bernedan.
Herdu serok bi zimanên cuda peyivîn, lê peyama wan yek bû.
Trump got, "Em negihîştin dawiyê…"
Putîn got, "Cara din li Moskowayê."
Ev jî tê maneya ji civînê tiştekî konkret derneketiye.
Di civîna çapemeniyê da, Trump civîn "pir
berhemdar" bi nav kir, Putîn jî got, civîneke "avakar” bû.
Herduyan jî bersîva pirsên rojnamevanan neda. Peyva agirbest
nehat behs kirin.
Îşê Ukranyayê zor e. Heger Pûtîn bi ser keve ev yek di eynî
wextê da têkçûna Yekîtiya Ewrûpayê û Amerîkayê ye. Pûtîn kane vê carê bela xwe
di hin welatên din bide. Çimkî ewê gewî û çavsorî bibe.

Inga kommentarer:
Skicka en kommentar