17 augusti 2025

Durzîyên Sûriyê: Em serxwebûnê dixwazin


Bi hezaran durzî do li Sûriyê, li bajarê Siwêdayê daketin û kuçe û kolanan û bi dengekî bilind serxwebûna xwe xwestin.

Gotin, "Em federasyonê naxwazin. Em birêveberiya xweser naxwazin. Em serxwebûnê dixwazin"!
Aqûbet li serê me be. Bi hêvîya ev serîhildana durzîyan îlhamê bide serokên kurdan jî.
Tiştê hîn jî balkêştir, ji bo kurdan jî azadî û serxwebûn xwestin, gotin, "kurdino em bi we ra ne heta mirinê !"

Ev serîhildana durzîyan, elewîyan û miletên ne misilman ji bo kurdan pişt e. Îsraîl jî ewê bêtir xwe tevî meslê bike. Ev yek ji bo kurdan baş e, îmkanên piştgiriyê zêde dike.
Li Sûriyê her milet, her gurûbên dînî, mezhebî mafên xwe yên netewî, dînî bixwazin, bindestiya çeteyên erebên sunî, terorîst qebûl nekin baş e.
Di rewşkeke wiha da çeteyên HTŞ´ê nikanin şerê kurdan bikin. Dinya jî ewê piştgiriyê bide daxwaza miletên din û ya kurdan.
Tirkiye jî ewê nikanibe bi rehetî êrîşî kurdan bike.

XXX

Alîkarê serokê MHP´ê Fetî Yildiz li ser danûstendinên nabêna dewleta tirk û PKK´ê mesele xweş zelal kiriye, gotiye:

”4 xalên ewil û xalên 42 û 66´a ên Destûra Bingehî ya Tirkiyeyê nayê guhertin. Bira kes ji me hêvî neke emê 4 xalên ewil ên destûrê, xala 42´a û tarîfa milet û welatîbûnê ya di xala 66´a da biguherînin. Ev xetên me yên sor in. Bawer bin ev xal li ser tu zemînê nabin mijara nîqaşê."

Ev gotinên Fetî Yildiz tê maneye, tirk ne hebûna kurdan qebûl dikin, ne jî mafekî netewî didin kurdan.

Yanî k”pêvajoya nuh” komîsyon.momîsyon gişk fasafîso ye.

Çav berdane Kurdistana Rojava. Dixwazin bi hin manawreyên xapandinê kurdan bêdeng bikin û heger kanibin Kurdistana Rojava xera bikin.

Li Kurdistana rojava îdareya kurdan,hêza wan a çekdar, dibistan û zanîngehên kurdan xew li tirkan herimandiye, bûne sitrî û ketiye çavên wan.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar