17 augusti 2025

Kitêbxana Kurdî ya Stockholmê îro mazûbaniya kek Omer Şêxmûs kir

Îro em gelek kes, nas û dost û hevalên kekê Omer Şêxmûs bi minasebeta nasandina du kitêbên li ser jiyana wî û xanima wî Agneta Kling hatin ba hev.

Amedekarê kitêbê Newzad Alî û kek Omer Şêxmûs li ser kitêbê hin agahdarî dan. Piştî agadariya guhdaran hin pirs ji Newzad Alî û kek Omer Şêxmûs kirin, wan jî bersîvên pirsan dan.
Kitêb ji alî weşanxana DOZ´ê va hatiye weşandin. 
Xecê Yaşar û Roza Kurdî moderatoriya civîn kirin. 

Xecê Yaşar li ser nasîna xwe ya Omer Şêxmûs û şexsîyeta wî hin agadarî da, qala hin serpêhatiyên xwe kir.
Lê li ser naveroka kitêbê tiştek negot û tu pirs jî ji Omer Şêxmûs nekir.
Bi baweriya min ev kêmasîyeke mûhîm bû, wek moderator dibê li ser kitêbê fikrê xwe bigota û çend pir jî ji kekê Omer Şêxmûs bikira. Çimkî civîn ne li ser şexsê Omer Şêxmûs, li ser kitêba li ser jiyana wî bû. Gerek li ser kitêbê çend tişt bigota.
Kitêb hevpeyîn e. Akademîsyen Newzad Alî bi kek Omer Şêxmûs ra hevpeyvîneke dûr û dirêj, bîyografîk kiriye û wek kitêb çap bû kiriye.
Hevpeyvîn bi soranî çêbûye, dûra tercumeyî erebî, tirkî, kurmancî û farisî bûye.
Kurmancîya kitêbê gerek îro gihîştiba civînê, lê negihîşt, tirkiya wê hebû.


Min tirkîya kitêbê xwend û gelek not girtin, ji bo ku îro ji kek Omer Şêxmûs û amadekarê kitêbê Newzad Alî bipirsim.
Lê mixabin ji ber min mal bar kiriye, kitêbên min, hemû arşîva min gişk di kartonan da ne.
Lema jî min îro nikanîbû wan pirsên xwe ji kekê Omer Şêxmûs û ji birêz Newzad Alî bikim. Ez di civînê da peyivîm, lê min tu pir nekir, çimkî notên min ne li ba min bûn.
Bi baweriya min di hin deran da Newzad Alî kanîbû hin pirsên din jî jê bikira û di hin cîyan da jî piştî bersîvan kanîbû pirsên din jê bikira. Yanî pirsên xwe zêde, berfirehtir û kûrtir bikira. Min di hin deran da ev kêmasî hîs kir.
Helbet ew jî ne rehet e, dibê meriv wî şexsî, jiyana wî û xebatên wî, têkiliyên wî baş nas bike, waqifê serpêhatiyên wî be.
Lê li gel vê jî Newzad Alî xebateka pir hêja kiriye, bi texmîna min cara pêşî ye kitêbeke wiha, hevpeyvînî çap dibe.

Min li ser kitêbê berê nisîvek nivîsî û di bloga xwe Hindik-Rindikda belav kir.*
Kitêb ne li ser tarîxa Omer Şêxmûş û YNK´ê tenê çavkanîyeke muhîm e, li ser tarîxa sîyasî ya nêz ya herçar perçên Kurdistanê jî çavkanîyeke gelkî muhîm û zengîn e.
Çimkî rasterast ji devê şahid û aktorê bûyeran hatiye girtin. Agahdarî, îdîa bi pranî bi belge ne, bi fotograf in.
Omer Şêxmûs her çiqas ji Kurdistana Rojava, ji Amûdê ye, lê yek ji wan kesan e bi her çar perçên Kurdistanê ra têkiliyên wî yên xurt, bi taybetî jî bi Kurdistana Rojava, Rojhilat û Başûr ra çêbûye, li her çar perçên Kurdistanê gerîya ye û lîder û kadirên piraniya partiyan, hêzan nas kiriye; bi gelekan ra bûye dost û heval. 

Bi saya van agahdariyên wî, xwendevan partiyên û lîderên her çar perçên Kurdistanê nas dikin.
Kîjan dewletê, serokê kîjan welatî piştgirîya partiyên kurdan kiriye, alîkariyên madî û eskerî bi YNK´ê, PDK´ê ra kiriye, meriv bi cî û war, bi tarîx fêr dibe. Qedafî û Îsraîl du dewletên madî, eskerî piştgirya têkoşîna miletê kurd, YNK´ê kirine.
Ev yek ji bo tarîxa me ya siyasî pir muhîm e, dibê meriv dost û dilxwazên xwe nas bike.
Bi kurtî bîranînên kekê Omer Şêxmûs ji bo lêkolîneran xezîneyeke muhîm e.
Min kitêba li ser xanima wî Agnetê Kling nexwendiye, lema nikanim tiştekî li ser bibêjim.
Lê li gel vê jî, jineke swêdî, ji malbateka arîstokrat, ji ber evîna xwe welatê xwe, malbata xwe, jiyana xwe ya rehet diterikîne, dide dû dildarê xwe, diçe li Kurdistanê, li serê çiyan, di şikeftan da dijî, wê jiyana pir zor bi dilxweşî qebûl dike û tu carî jî jê gazinan nake.
Ev yek bi serê xwe hêjayî teqdîreke mezin e. Gorra wê bihuşt be.

*Bîranînên Omer Şêxmûs xezîneyeke tarîxî ye

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar