18 augusti 2025

Li Kurdistana Bakur nifşê dawî ye bi dayikên xwe ra kurdî dipeyive !


Xew li min gerîya, seet di çara da bi xwe hesîyam, min xwe bi vî alî û wî alî da borr kir xewa min nehat. Hezar mesele di serê min da li bin guhên hev ketin, nehîştin xew têkeve çavên min.

Ez rabûm, min kompîtora xwe vekir, bala xwe da bloga xwe û malperên xwe ya Facebokê û û X´ê. Dûra dagerîyam ser parvekirinên medyaya sosyal, ji wir çûm malpera Rûdawê.

Sernivîsa ”Ev nifşê dawî ye ku bi dayîkên xwe re bi Kurdî diaxive” tavilê bala min kişand.

Koordînatora Navenda Lêkolînên Qadê ya Sosyo-Polîtîkê Yuksel Genç xanimê gotiye:

”Em bi nifşê dawî re rû bi rû ne ku bi dayikên xwe re bi Kurdî diaxivin"!
Her çiqas ez viya baş zanim, bi sedan carî jî min zengilê hawara lê daye, gotiye, kurdno, malxerabno, em dibin tirk, zarokên xwe asîmîle mekin! 

Lê bi xwendina vê sernivîsê dîsa jî veciniqîm !
Pirseke bi xof li pirsên di serê min da li bin guhên hev dikin zêde bû.
Çima wiha bû û em kanin çi bikin?
Kurd çima hewqasî rehet zarokên xwe asîmîle dikin, çima asîmîlebûn, axaftina bi zimanê dagirkerê welatê xwe, zulimkarê xwe nerehet û aciz nabin?
Hezar û yek bersîv di serê min da çûn û hatin. Lê ji wan yek jî nebû riya xelasiyê.
Tirsa dilê min mezintir bû.
Piştî nifşek, du nifşê din muzîka kurdî ewê nemîne, kesê nikanibe bi kurmancî, zazakî bistirê, dengbêj ewê tunebin.
Piştî nifşek, du nifşê din, kurdê nikanibin şiîrên Melayê Cizîrî, Feqîyê Teyran, Ehmedê Xanî bixwînin.
Piştî nifşek du nifşê din, kurdê nikanibin Mewlûda Kurmancî û ya zazakî bixwînin.
Piştî nifşek, du nifşê din kurdê bi hev ra tirkî bipeyivin û hêdî hêdî bihelin, bibin tirk. Dûra ewê bibêjin eslê me kurd e, lê em bi kurdî nizanin.
Miletê ji zimanê xwe qut bibe diqede, kultura wî, edebîyata wî, muzîka wî namîne, bi wextê ra dibe miletekî din.
Kurdên Kurdistana Bakur viya baş zanin lê dîsa jî zarokên xwe bi dilxweşî asîmîle dikin, ji tirkbûnê ra amade û hazir dikin.
Wek kurdekî gava meriv vê felaketa li pêş miletê xwe bizane çawa kane rehet rakeve, xew lê negere?

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar