Dostê minê hêja Rohat Alakom, do di civîna nasandina kitêba kekê Omer Şêxmûs da kitêba xwe ya nuh, ”Li gorî çavkaniyên swêdî Selahedînê Kurd(Kurden Saladîn)ji min ra îmze kir.
Rohat Alakom
lêkolînerekî pir mustesna ye, tu carî nasekine, westa
xwe nagire; nabêna nadê,
tim û daîm, sal doznzde meh wek mûriyan dixebite.
Lêkolînekê diqedîne, çend mehan ji kozika wî deng nayê, dûra tu
hew mêze dikî
bi esereke nuh, balkêş derket pêşbrî te.
Vê carê jî bi vê lêkolîna xwe ya li Ser Selahedînê Kurd derketiye pêşberî xwendevan û dîroknasan.
Selahedînê Eyûbî li dinyayê kurdê, şexsîyetê herî bi nav û deng e; bi mêraniya xwe, bi edalet, camêrî û dilrahmiya xwe nav û dengê wî li dinyayê olan daye, ên pê ra şer kirine jî bi hurmet qala wî dikin, pesnê wî didin.
Ewrûpiyan bi hezaran kitêb li ser nivîsîne, li ser jiyanî wî, li ser şerê wî yê bi Xaçperestan ra roman hatine nivîsîn, fîlm hatine çêkirin.
Rohat Alakom bi vê lêkolîna xwe ya di çavkaniyên Swêd da xebateke giranbiha kiriye, nîşanî me da ye bê xelkê çi qîmet dane Selahedînê Kurd û bi çi hurmetê qala navê wî kirine.
Kitêb 103 rûpel e, heta rûpela 76´a tekst e, rûpelên din jî belge û risim in.
Kitêb ji îsal li Stockholmê ji alî Weşanxana Apec forlagê hatiye çapkirin.
Alakom di vê kitêba biçûk da tam 172 çavkanî û gelek kopî û sûretên rojnama û çavkaniyên tetkîk kirine pêşkêşî xwendevanan kiriye. Yanî kitêb ji ji bo lêkolîner û tarîxzanan arşîeveke muhîm e.
Ji ber ku Selahedînê Eyûbî ji bo miletê kurd kurdekî pir muhîm e, kurd bi navê serbilind in, lema dijminên me, bi taybetî jî tirkan tim xwestine kurdbûna Selahedînê Kurd(Eyûbî)veşêrin, bikin ereb, bikin tirk ya jî kes nizane esl û feslê wî çi ye.
Bi lêkolînên wiha him kurd tarîxa xwe û Selahedînê Kurd baştir nas dikin, him jî derewên tirkan eşkere dibin.
Kitêb, lêkolînên wiha nasnameya Selahedînê Eyûbî ya kurdbûnê dide destê miletê kurd.
Gelek sipas Rohat Alakom, ji bo vê xebata te ya giranbiha.




Inga kommentarer:
Skicka en kommentar