18 augusti 2025

Dîsa agahdariyek mecbûrî !

Gelî dost û heval û şopînerên hêja, ji bo ku sibe li mala me tahmîrat, sewax û boyax dest pê dike, ji mecbûrî ezê 4-5 rojan nabênê bidim nivîs û parvekirinên xwe.
Li gorî soza hoste daye min, ewê di nava 4-5 rojan da biqedînin. Hêvî dikim wer derkeve, dirêjtir nebe.

Me îro çû boyax û tiştên lazim kirî, sibe seet di 08.00a da ewê dest bi karên xwe bikin.
Bîstek din ezê tişt-miştên malê û kompîtora xwe top kim, heta 4-5 rojan ezê nikanibim pervekirinekê bikim.
Çimkî hundur xênî sewax û boyax dibe, kompîtora min jî ewê qut be.

Bi telefonê ez nikanim binivîsînim, çêtir e ez çend rojan nabênê bidim nivîsandinê, heta tahmîrat diqede, mal dikeve dûzanê.
Heta wê rojê bimînin di nava xêr û xweşiyê da.
Malguhestin derdekî giran e, heta meriv her tiştî dixe dûzanê, tîne qeys û wezna berê wextê digire...

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar