23 augusti 2025

Hesabê min û hoste li hev derneket

Merheba û siba we bi xêr gelî dost, heval û xwendevanên min ên hêja!

Pînc roj in ji ber ku ez di hinge dinga boyaxa mamlê da me, min tiştek nenivîsîye û parve nekiriye.
Li gorî soza hoste dabû min, ewê di nava 4-5 rojan da biqedan da, lê hesabê min û hoste li hev derneket, kar neqediye.
Salon(oda rûniştinê) qediya, kompîtora min bi cî bû, lê odeyek û hin çirtik-pirtikên din mane, ez bawer dikim ewê jî sibe biqede û ezê jî rehet bikim, vehesim.

Karton hîn giş venebûne, me mal hîn bi temamî bi cî nekiriye. Piştî karkir ji hundur derketin, êdî kêf ewê kêfa min û xanimê be, emê malika xwe hêdî hêdî bi cî bikin û ezê jî vegerim ser dûzan, qeys û wezna xwe ya berê, qala hin tiştên ketine ser hev bikim.

Belkî we bîriya nivîsên min nekiriye, lê min bîriya nivîsînî, xwendinê û xire-cira medyaya sosyal kiriye. Dixwazim teşxeleyên nabêna kurdan taqîb bikim. Hindik ma.

Ez zêde dirêj nekim, rewşa me a nuha ji ya do û pêr gelkî baştir e, çimkî salon qedîya ye, em kanin rûnin, li telewîzyonê sêr bikin û ya herî muhîm jî kompîtora min saz e, wek seeteke Rolex xweş dixebite. Yanî me bizin gura ye, em nêzî boçikê bûne.

De bimînin di nava xêr û xweşiyê da.
Li silêmaniyê gelek tiştên ne xweş diqewimin, pir û pir xemgîn im û ditirsim. Kêmaqil, cahil, zorba bûne xwedî hukim; talûke mezin e.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar