Min çer kompîtora xwe vekir, Facebookê ev parvekirina min a 11 sal berê derxist pêş min. Min bala xwe dayê 11 sal berê îro dara me ya sêvê bi sêvên xwe xemilîye.
11 sal berê îro ez li Alby bûm, hewa xweş bû, li hewşê rûniştibûm
û min li dara xwe sêr û temaşe dikir.
Lê îro li Hanînge, li warekî nuh im, ne hewş heye, ne jî dara sêvê. Boyaxa hundur do qediya, me mal bi piranî bi cî kir. Li balkonê 10-12 kartona mane, ez wan jî ji berêvkê da vedikim.
Xaniyê me wek yê Alby ne germ e, termometra me ya hundur
tune ye, lema nizanim çend derece ye, ezê îro herim termometrekê bikirim. Lê
hundur sar e, me kalorîfer birine ser dereca dawî lê dîsa jî germ nabin. Hêvî
dikim zivistanê jî ne wiha be, kalorîfer baştir bixebitin.
Wekî din em ji xaniyê xwe, ji hawirdor û taxa xwe memnûn in.
Vira sakîn e, ne qelebalix e, xweza wê pir xweş e.
Li vir cîranên me yên swêdî
pir in, bi rê da, li sentrûm em rastî wan tên.
Li Alby swêdî tût ya bûn, wek
turîst jî riya xwe bi Alby nedixistin. Çend kal û pîrên mabûn ew jî ji malên
xwe dernediketin, nediçûn merkeza Alby.
Yanî Alby di her warî da bûye GETOYEK
mezin, xerab. Fizîkî, coxrafîk erdê Swêd e, lê demografîk, bi nufûsa xwe tu
têkiliya wê bi Swêd ra nemaye. Piranî bûye Afrîka, Hindistan, Pakîstan û hinek jî
Asya. Ji bo zarokan, ji bo kal û pîran Alby êdî ne warekî ewle ye, çete li sentrûmê
narkotîkayê eşkere difroşin.
Baş bû em ji wir xelas bûn. 22 sal berê
Alby wek cibetê bû.
Lê ew dem û deran zû qediya, swêdiyan pir zû xwelî li serê
xwe kirin, mala xwe wêran kirin.
XXX
Bi vî aqilî em nabin tiştek û ji bindestiya xelkê jî xelas
nabin.
Tiştê du roj berê bi emrê Bafil Talabanî li Silêmaniyê qewimî
ne karê aqil e. Gelşa nabêna wî û Lahûr Şêx Cengî çi be jî meriv bi sîlehên
giran, bi droneran najo ser Lahûr Şêx Cengî û ji hev 5 kesan nakuje, bi dehan jî
birîndar nake.
Tiştê Bafil û cepheya wî kiriye zulm û rûreşîyeke pir mezin
e, şermezar dikim. Gerek tu carî zulmeke wiha li hev nekin, hevdu êsîr negirin.
Wer xuya dike Bafil Talabanî ne merivekî temam e, lê yên
dora wî çawa dihêlin trajediyeke wiha biqewime ez fêm nakim.
Kurd xurtên hev in, ji bo wê jî heta nuha em nebûne xwedî
dewlet, bindest mane.
Min lawikê xwe şand seferê, bi hêviya belkî mêrekî çê jê derê,
çû, hat dîsa qêmaqilê berê, dîsa ehmeqê berê..

Inga kommentarer:
Skicka en kommentar