Nezanî tiştekî pir xerab e. Heta neyê serê meriv, meriv bi nezaniya xwe nahese.
Ji nişkave mişkê kompîtora min nexebitî. Min çi kir fêde nekir. Min bala xwe
dayê kabloya wê qut bûye. Sibe ezê herim mişkekî nuh bikirim.
Xwedê kir mişekekî laptopê yê biçûk li mal hebû, ew hat gazî û hawara min.
Mirina mişk birîna kêçê ye, ez ditirsiyam kompîtor xera bûye.
Min fîş yek bi yek derxistin û xistinê pere nekir. Ekran tim reş bû.Min got wele bêxwediyê xera bû, xebata min a salan, bi hezaran nivîsên in gişk çûn. Tirseke mezin ez girtim.
Lê min dev jê berneda, min destê xwe vir da wê da lê peland, girt û vekir, girt û vekir; bi hêviya belkî bixebite, xebata min a salan bi avê da neçe.
Tilîya min çû ser bişkoka ekranê, ekran bû. Bîna min hat ber min, wek li xezîneyekê rast werim, kêfa min hat.
Min mizgînî da xanimê, min got xanim, ”çêbû”!
Tu nabê min bêhemdî ekran girtibû, lema tiştekî xuya
nedikir.
Ax ji derdê nezaniyê…
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar