Di 21´ê vê mehê da pismamê min ê hêja Ekrem Çuvanlioglu û herdu lawên xwe,
biraziyê min ên jîr û zana Recaî û Omer hatin serdana me.
Bi hatina
wan, bi dîtina wan ez pir kêfxweş û dilşa bûm. Cara pêşî bû min herdu biraziyên
xwe didît. Surgûniyê, astengiyên dewleta tirkan em ji hev dûr xistin, nehîşt bi
salan em hevdu bibînin.
Recaî ji Kanadayê, Omer ji Amerîka Mîamî´yê, bavê wan Ekremê pismamê min jî ji
Wêranşarê-Rihayê bi rê ketin, hersê li Îtalyayê gîhan hev.
Dema me li bajêr hevdu dît, em çûn lep û ruyên hev, min ji xortan ra got:
”Xortên hêja, wele helal be ji we ra, hûn yek ji Kanadayê, yek ji Amerîkayê, yek jî ji Wêranşarê bi rêketine, wek Ewrûpa bajarekî we be, hûn pir rehet, welat bi welat li Ewrûpayê digerin, hûn ne wenda dibin, ne di xalifin.
Kenîyan, gotin apo GPS heye, lema ger bi rehet e.
Di xortaniya min da gava min digot ez dikim herim Rihayê, diya min digot, ”lawê min tu yê bi kê ra herî, tu wenda nebî…”
Omer got, ”apo, li Wêranşarê dema em ji mal derdiketin, diçûn çarşiyê ji me ra eynî tişt digotin, ”law bajar mezin bûye, hûn wenda nebin…”!
Dinya ji xortên nuha ra bûye wek bajarê wan, wek gundê wan; li gorî kêfa dilê xwe, rehet, rehet lê digerin. Kanin li her bajarî qulik bi qulik bigerin.
Ereba wan tunebe, erebê kirê dikin, iscooteran kirê dikin û pê li nava bajêr digerin.
Li hemberî van îmkanan û zanîna bikaranîna wan devê min ji hev dihere, di dilê xwe da dibêjim, ”xwezî min jî îngilîzî zanîba û kanîbûya van wasîteyan bi kar bianiya…”
Xortên nuha yên îngilîzî zanin, bi saya îngilîzî û teknolojiya ”gawiran” kiriye xizmeta me li dinyayê pir rehet digerin.
Ez feqîrê Xwedê ne rêber be nikanim herim derekê. Sê zimanên ez zanim(kurmancî, swêdî, tirkî) bi kêrî tiştekî nayên, di seyahetê da yek jî feydeyê nade min, gerra min hêsan nake.
Herdu biraziyên min, Recaî û Omer(Emer) îngilîziya wan pir baş e, ji teknîk û teknolojiya îro jî baş fêm dikin. Lema jî camêran bi saya GPS´ê kanin li her welatî qulik bi qulik bigerin.
Li Stockholmê pir rehet hatin edresa min dabû wan. Her dera min got xweş e, em herin bibînin, wek bi salan li Stockholmê texsî ajotibin em birin wir.
Yanî GPS´ê Stockholm ji wan ra kiribû Wêranşar.
Ekremê pismamê min jî li kêleka wan kêfa xwe diqewitan, bi rehetî welat bi welat, bajar bi bajar li Ewrûpayê digeriya.
Xiristîyanan,(misilman dibêjin gawir)bi piranî jî yahûdiyan, bi keşf û îcadên xwe dinya biçûk, gerr û seyahet jî pir rehet kirine. Bi balafiran, bi keştîyan(gemîyan), bi tirên û otomobîlan însan pir rehet digerin, seyahet dikin.
Berê rêwîtî bi deve, bi ker û hespan bû, ya jî peyatî bû. Gerra li welatan, li bajaran ne karê her kesî bû, çûna Amerîkayê, Kanadayê, Çînê, Japonyayê û welatên din tenê xeyal û xewn bû.
Nuha çûna her welatî rehet bûye, çûna welatê
herî dûr herî zêde rojekê digire. Ev rehetî jî bi xêra îcad û keşfên însanên
xiristiyan û yahûdî bûne.
Misilman dîsa jî naşêkirînin, dîsa jî neyartiya
yahûdîyan(cihûyan)û xiristîyanan dikin.
Ez ji mijarê hinekî dûr ketim, werim ser serdana mîvanên xwe.
Mîvanên min zêde neman, du roj û şevekê man. Min dixwest zêde bimînin, ez wan
têr bigerînim.
Vê carê nebû qismet. Lê meriv diz be şefreş pir in, bi xêr
careke din ya dîsa ewê werin, belkî jî em herin Amerîkayê û Kanadayê bibînin.
Hevdîtina me kin bû, lê pir baş bû. Min û biraziyên xwe hevdu nas kir, em
piçekî li hev germ bûn, em fikrê hev fêr bûn. Înşela emê careke din hevdu
bibînin.
Em her yek li quncekî dinyayê ne, lê ne problem e, ”gawiran”, mala wan
hezar carî ava be, dinya pir biçûk, gerr û seyahet jî pir rehet û xweş kirine.
Mesela vê nivîsa min bi saya wergera Translate Googlê biraziyên min kanin
wergerînin îngilîzî û bixwînin. Ew jî bi îngilîzî binivîsin, bikin kurmancî û
ji min ra bişînin.
Ne ez ji wan ra bi tirkî dinivîsim, ne jî ew ji min ra. Tercumeya ji îngilîzî-kurmancî, kurmancî-îngilîzî pir baş e.
Biraziyê
min Omer çend caran bi vê riyê ji min ra nivîsî û nivîsên min xwend.
Sipas ji bo kesên ev teknolojî û AI îcad kirine.

Inga kommentarer:
Skicka en kommentar