26 augusti 2025

Dijminatiya tirkan a li hemberî kurdan ne gelşeke irqçîtiyê ye

Abûqat, lêkolîner, nivîskar Firat Aydinkayayê hêja li ser nîjadperestiya tirkan di kovara ”yenî e”da nivîseke mikemel nivîsîye.

Navê nivîsê bi tirkî” Hayır Irkçılık Degil! Kolonyal Irkçılık”; bi kurmancî: ”Na ne irqçîtî ! Îrqçîtiya kolonyal”

Lînka nivîsê di malpera wî X´ê da heye. Ji ber ku nivîs bi tirkî ye ez lînka wê parve nakim.

20 sal e, belkî jî hîn zêde ye, di medyaya sosyal da ne bi tirkî dinivîsim, ne jî nivîsên bi tirkî parve dikim.

Kesên bi tirkî zanin kanin di malpera Firat Aydinkaya da nivîsê bixwînin. Nivîseke berfireh, analîtîk e. 

Aydinkaya di nivîsa xwe da nîjadperestiya tirakan a li hemberî kurdan wiha tarîf kiriye:

”Li Tirkiyê irqçîtî mefkûreyeke(dozeke, armanceke) millî ye, spoteke kamûyê ye. Wek mafekî normal yê kesên efendî tê qebûlkirin. Ji ber wê ye jî kes nikane li dij rabe, efekteke kêfî ye.”
Ev tespît sedîsed rast e, lê ya muhîtir sebebê wê ye, dibê em vî sebebî baş fêm bikin û bi miletê xwe bidin fêmkirin.

Neyartiya tirkan a bi kurdan ra ne gelşeke, ne îdeolojîyeke irqçîtîyê ye, ne dijminatiyeke ji ber nîjada me, irqê me ye, neyartiyeke li ser axê ye, li ser Kurdistanê ye. Neyartîyeke kolonyalîzmê ye.

Ji ber ku welatê me dagirkirine û em jî vê dagirkeriya wan, serdestiya wan û bindestiya xwe qebûl nakin. 

Em li ber xwe didin ji bo ku wan ji welarê xwe derxînin; loma ew jî neyartiya me dikin, ji me nefret dikin.

Heger me dagirkeriya wan qebûl bikira, me doza azadiya xwe, Kuristaneka serbixwe nekira ewê neyartiya me nekirana, ewê li ser me karîkator, fîlmên irqçî çênekirana. 

Profesor, rast, çep, dîndar û tarîxzanên wan, ewê em biçûk nedîtana, neyartiya me nekirana, ewê em bidana ser serê xwe.

Nîjadperestî(irqçîtî), însanan li gorî nîjadên wan ji hev diqetîne.
Li gorî vê teorîyê hin milet, hin qewm ji yên din baştir in, hêjatir in, bi qîmettir in, zanatir in, filan û bîvan.

Gelşa nabêna me û tirkan ne ev e, ne dijminatiyeke nîjadî, irqî ye, yanî ne ji ber îdeolojiyeke nêjadperestiyê ye.

Sebebê tirk dijminatiya me kurdan dikin, me biçûk dibînin, di medyayê da heqaretê li me dikin ne ji ber nîjada me ye, ji ber dagirkeriyê ye, mesela axê ye, mesela Kurdistanê ye.

Tirkan welatê me dagir kirine, em jî viya qebûl nakin, em dixwazin wan ji welatê xwe derxin, em xwe îdare bikin.

Ev berxwedan û serîhildana me ya ji bo azadî û serxwebûnê tirkan dîn û har dike, ji bo ku miqawemeta me, liberxwedana me bişkînin eskerî, siyasî, îdeolojîk, psîkolojîk, dînî, di her warî da û bi her şiklî êrîşî me dikin. 

Di van êrîşên da metodên, motîvên irqçîtiyê jî bi kar tînin. Lê ev hemû wasîteyên, taktîkên şerê psîkolojîk in.

Bi van êrîşên berfireh dixwazin liberxwedana me qels bikin, îrade û şiûrê me yê netewî zeîf bikin, ji bo ku li Kurdistanê bimînin, umrê dagirkeriya xwe dirêj bikin.

XXX

Her kes zane şer pir xerab e, wêrankar e, xwîn e, mirin e, qetlîam e, koçberî û perîşanî ye.

Lê ereb û Îsraîl dîsa jî dev ji neyartiya hev bernadin, dîsa jî riya sulhê, aştiyê hilnabijêrin. Bi şer malên hev wêran dikin, bêtir xwînê dirjînin, bêtir dibin sebebê trajediyên mezin.

Çare dibê ereb dev ji xeyala tunekirina Îsraîl berdin, bi riya dîyalogê li hev bikin û wek cîranên baş li kêlek hev bijîn. Wek Ewrûpîyan, wek welatên Îskandînawî.

Tiştê hatiye serê gelê filistînî felaketeke mezin e, kezeba meriv dişewite. Lê sebeb serokên Hamasê ne, dibê nehatana lîstika Îranê û Tirkiyê.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar