12 augusti 2025

Ronî di himêza kalikê xwe da pir kêfxweş bû


Şîrîn û egîda mala Xamo, neviyê(torinê)me yê nuh Leo Ronîyê me pêr hatibû serdana kalik û pîrika xwe. Di himêza me da qet negiriya, pir sakîn, rehet û kêfxweş bû. Pir şîrîn e. Hîn biçûk e, 25 rojî ye, wek pembo ye.

Bêguman meriv ji kalik û pîrika xwe hez dike, li ba wan xwe di ewlehiyê da dibîne.

Berê em dûrî hev bûn, çûyin û hatina me û wan zor bû, nuha nabêna mala me û Rojenê me peyatî 10 deqe ye. 

Kînga bixwazin kanin zarokan bînin ba me. Jixwe me mal ji bo wan guhest.

Lê pir baş bû me ew xanî firot, em ji wir xelas bûn, hatin vira. Li wir êdî em pir bêhuzûr bûn. Alby pir ne xweş bûye, êdî ne dereke meriv lê bijî. Bûye getoyeke pir xerab.

Him xaniyê me yê nuh, him jî herêma me ji Alby pir xweştir e. Em ji xaniyê xwe jî, ji herêma xwe jî pir memnûn in.

Kirîna vî xanîya bû wek kuçê koran, bêhemdî ji me ra lêhat. Bi tesadufî min îlanek dît û xanî baş derket.

Zarokxana neviyê me yê din, Olîver Aras jî nêzî mala me ye, emê kanibin rehet bibin û bînin.

Hasilî mesele em ji koça xwe ya dawî pir memnûn in, vê carê kabê me mîr hat, şansê me di lehê me da lê da.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar