Terorîstên hukûmeta Sûriyê bi sîlehên giran, wek keriyên gurên har berê xwe dane Kurdistana Rojava.
Bi emrê Tirkiyê dikin êrîşî kurdan bikin.
Tirkiye bi taktîk û manawrayên ”pêvajo-mêvajoyan” negihîşt armanca xwe, lema dikin şer biceribînin.
Heger çeteyên Colanî êrîşî kurdan bikin, êrêşkar Tirkiye ye,
çete pîyon in, maşe ne.
Di esasê xwe da hemû girêdayî artêşa tirk in, Tirkiye meaşê
wan dide. Ne daxwaza tirkan be çeteyên HTŞ´ê şerê kurdan nakin.
XXX
Parlamenterê AK Partiyê Mehmet Salîm Ensarîoglu li ser
hevdîtinên Hikûmeta Sûriyê û Rêveberiya Xweser ya Kurdistana Rojava gotiye,
“Hevdîtinên aşitiyê yên Sûriyeyê bira li Tirkiyeyê bên çêkirin.”
Bira li Anqerê bibe ji bo ku baş têkeve bin kontrola tirkan.
Berx nuha hinekî dûrî gur e, camêr dixwaze berx here ber nigê gur.
Meriv civîna xwe li mala dijminê xwe çênake.
Lê Mehmet Salîm Ensarîoglu dewleta tirk û Erdogan wek
dijminê kurdan nabîne, çimkî di cepheya wan da ye.
Her tiştê tiliya tirkan tê da hebe ji bona kurdan xerab e,
talûkeyeke mezin e.
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar