11 augusti 2025

Kultur sînoran nas nake

Fîlozof Michel Serres

Fîlozofê fransiz Michel Serres, li ser ferqa mal û milk, tiştên madî û zanînê numûneyeke balkêş û xweş daye. Ferqa tiştên madî û zanînê wiha nîşan daye:

”Heger yê te nanekî te hebe, yê min jî euroyekî min hebe û ez bi euroyê xwe nanê te bikirim, di dawiya vê alvêrê da li ba min nan, li ba te jî ewê euroyek hebe.
Ev, wek balanseke mikemel xuya dike, ne wisa?


Destpêkê uroyekî A heye, B jî nanekî wî heye; dû ra A dibe xwediyê nan, Be jî dibe xwediyê euro.
Ev alvêreke adil e, lê belê bi temamî maddî ye.

Nuha wer xeyal bike ku tu şiîreke Verlaîne, ya jî teorema Pîsagor dizanî, lê ez vana yekî jî nizanim. Heger tu vana fêrî min bikî, di dawiya vê alvêrê da ezê şiîrê û teoremê fêr bibim, lê tu yê dîsa jî wan bizanibî, zanibûna wan bidomînî. Di vê rewşê da ne tenê balansek, mezinbûneke rastîn çêbûye.

Di numûneya pêşî da me alvêrek ticarî kir, di numûneya duyem da me zanîn parve kir. Malên, tiştên madî diqedin, kultur bi şiklekî bêsînor belav dibe…

Çend numûne ji hîn dîtinê Serres yên li ser guherîna dinyayê û vê serdema nuh: Dinya me ya îro şoreşeke mezin dijî, wek fîlozofekî ez şahidê vê yekê me.

-Beden, jidayikbûn, jiyan û mirin guherîye, nufûsa dinyayê zêde bûye, êdî eynî muesese, eynî sîyaset, eynî hukûmet, eynî huqûq nikanin wek berê îdare bikin.

Wek di Ronesansê da humanîzim îcad bû, îro jî dibê bi kultureke nuh û însanîyeteke nuh were hazirkirin.

Camêr pir rast gotiye, ne dinya hîn jî dinya 700-800 sal berê ye, ne jî însan însanên berê ne. Lema ne mimkûn e meriv bi van sîstemên heyî, bi van qanûn, fikir û kultura çensed sal kevn dinyayê, însanan îdare bike.
Ji vê serdema me ra jî guherîneke mezin, ronesansak lazim e.

Ronesansê di sedsala 14an da li Îtalyayê dest pê kir û di sedsalên 15 û 16´a da li seranserê Ewrûpayê belav bû. Ronesans bi gelemperî wekî serdemeke di navbera serdema navîn û serdema nuh da tê dîtin...

Peyva "Ronesansê" di fransî da tê wateya "ji nû ve zayîn" ê, di warê fikir, huner û kultur da behsa guherînê, serdemeke nuh dike.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar