Cepheya Erdogan û Bahçelî ji bo kuhukûmeta, îdareya kurdên Kurdistana Rojava têk bibin wek gêrikan dixebitin, her fêbaziyê, her derewê, her hîlekariyê, her durûtiyê dikin.
Ev ne bes e di nava ra gefê li kurdan dixun, serê ço û devê tivinga mor nîşanî kurdan didin, ji PYD´ê ra, ji HSD´ê ra dibêjin heger hûn teslîmî terorîstên HTŞ´ê nebin emê fermana we rakin.
Yanî bi hawakî sergitî dibêjin emê Kurdistana Rojava bi temamî dagir bikin.
Ez dibêjin tirkê vê carê pûş bikutin, nikanibin tu jahrê belav bikin û rê li ber azadiya kurdên binxetê bigirin; xerabiay wan ewê ji wan ra bimîne.Yên nehîştin kurd li bakur, başûr û rojavayê Kurdistanê bibin xwedî dewlewt tirk in.
Yên Şêx Mahmûdê Berzencî xapandin, ew îngilîz berra hev dan tirk in. Kurd li başûr bûbûn xwedî dewleteke serbixwe, tirkan tirkan bi fêlbaziyên xwe rê li ber girtin.
Kurd li Kurdistana Rojava jî di Şerê Cîhanê yê Yekê da bûbûn dewlet, li wir jî tirkan hin kurd û eşîr xapandin, kirin hevalên xwe û berra bedena kurdên serxwebûnxwaz û Fransayê dan, nehîştin bibin xwedî dewlet.
Li Kurdistana Bakur jî eynî tişt kirin, berê, heta 1922´a gotin dewleta çêbûye
ya kurd û tirkan e, piştî Peymana Lozanê îmze bû dev guhertin û dest bi êrîşî
ser kurdan kirin, serokên kurdan girtin, îdam kirin. Û bi têkbirina Serîhildana
Şêx Seîd pişt li kurdan şikandin, derbeke pir mezin li miletê kurd xistin.
Piştî wê, 100 sal e kurd dikin, nakin nikanin pişta xwe rast bikin.
Yanî bi kinî yên xerabiya, zulma herî mezin li kurdan kirine û nehîştine kurd
bibin xwedî dewlet tirk in.
Dibê kurd vê rastiyê bizanibin, dijminê me yê herî xedar, herî talûke tim tirk
bûne, îro jî ew in; wan nehîştiye em bibin xwedî dewlet.
Nuha jî dixwazin em li
tu beşekî Kurdistanê xelas nebin, tim bindest bin, heta ku em hêdî hêdî
dihelin, dibin tirk, faris û ereb.
Hedefa tirkan, xebata wa nya bênabên ev e; dibê kurd tu carî, li tu derê nebin
xwedî dewlwet, tim bindest bimînin.
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar