Ermenistan û Azerbeycanê bi navbênkariya serokê Amerîkayê Donald Trump li hev hatin û li Qesra Sipî peymana aştiyê îmze kirin.
Azerî û êrmenîyan li ser Qerebaxê çend salan şerekî mezin kirin, bi hezaran
însan ji hev kuştin.
Di vî şerî da yên herî bêtir zirar dîtin, yên ji erdê xwe,
ji mal û milkê xwe bûn û di cepheya herdu aliyan da hatin kuştin kurd bûn.
Tu şer ne bêdawî ye, dawiya her şerî lihevkirin e, aştî ye. Însan dîsa jî dev ji şer bernadin.
Dawîya dawî di
sala 2023´a da Azerbêcanê bi alîkariya tirkiyê êrîşî Qerebaxê kir û piştî şerê
çend rojan, Qerebax bi tevayî ji Êrmenîstanê girt. Di vî şerî da Êrmenîstan
teslîm bû.
Serokê Azerbeycanê Îlham Aliyev gotiye, ewê bi serokwezîrê Ermenistanê
Nîkol Paşînyan ra serokê Amerîkayê Donald Trump wek namzedê Xelata Noberlê ya
Aştîyê nîşan bidin.
Paşinyan jî gotiye, “Ez di wê baweriyê da me serok Trump hêjayî Xelata Nobelê
ya Aştiyê ye û emê piştgiriya vê yekê bikin.”
XXX
Nivîskarê romana Don Kîşot(Don Quijote) û şairê netewî yê
Îspanyayê Cervantes dildarekî azadîyê bû. Azadî wiha tarîf kiriye:
-Azadî ji tiştên herî baş ê Xwedê diyarî însanan kiriye. Xezîneyên
herî mezin ên heft tebeq di binê erdê da ne, ya jî yên di binê kûrahiya deryayê
da razayî ne nikanin bigihîjin wê.
Însan ancax ji bo azadîya xwe. ya din jî ji bo şerefa xwe
jiyana xwe dixe talûkê ya jî dibê têxe talûkê.
Û helbet felaketa herî mezin a kane were serê însên jî êsîrketin û ji azadiya xwe mehrûm mayin e.
Cervantes rast gotiye, ji bo însên tiştê herî muhîm û bi
qîmet azadî ye, eksaê azadiyê bindestî, koletî ye. Lê dîsa jî kurdên
bindestiyê, koletiyê tercîh dikin û dibin hevalên dagirkerên welatê xwe pir in.
.jpg)
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar