Serok û xwediyê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan li ser danûstendinên, ”pêvajoya nuh” ya bi Evdila Ocalan û PKK´ê ra gotiye:
“Di xebatên ji bo Tirkiyeyeke bêteror de cihê ti pêvajoyên
bazarî û danûstandinan û gavên serxwebûna me bixin metirsiyê nînin û ti carîjî nabin.”
Yanî mêrik eşkere dibêje, em mafekî herî biçûk jî nadin kurdan, ji bo vê jî me tu soz moz nedayekî û em tu bazar mazarê jî nakin.
Komîsyon, filan bîvanan giş ji bo hukmê Erdogan- Bahçelî zêde bikin û kurdan li bakur û rojavayê Kurdistanê bi zincîrên bindestiyê baştir qeyd û merbend bikin. Ji bo viya jî aqil û alîkariyê ji Evdila Ocalan digrin. Heta karê xwe bi qedînin hin demagojiyan, hin civîn mivînên xapandinê dikin.
Ez vê hedefa tirkan baş zanim, lema jî tu qîmetê nadim kesên hêviyekê ji vê ”pêvajoyê” dikin.
Hedefa tirkan ya esasî ne feshkirina PKK´ê ye, têkbirina Kurdistana Rojava ye, teslîmgirtina PYD´ê, HSD´ê ye. Ew li pê ne. Lê hîn negihîtine wê armanca xwe.
Hakan Fîdan eşkere dibêje gerek PYD jî wek PKK´ê xwe fesh bike û sîlehên xwe deyne. Yanî teslîm tirkan bibe.
Ez hêvî dikim PYD ewê guh nede daxwazên ji cepheya Tirkiyê, Sûriyê, Ocalan tê.
Hebûna
PKK´ê ji bo tirkiyê êdî ne gelş e, li kara wan e, bi mohra ”piştgiriya terorê”
malik li kurdan şewitandine.
Lema derdê tirkan, tirsa wan
ne hebûna PKK´ê ye, desthilata kurdan li
Kurdistana Rojava ye. Hebûna
Kurdistana Rojava, desthilata
PYD´ê stirîyê di çavê wan da ye.
Dixwazin vê hukûmeta kurdan
ji ortê rakin. Vê hukûmeta PYD´
ê xewên şevan li wan herimandiye.
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar