Ji Perxudres Podqastê ra
Çend roj berê li ser zorî û zahmetiyên vê serdema înternetê min nivseke bi navê
” Xwezî min ev serdema makîne ketine dewsa însên nedîta” nivîsî.
Nivîsa min gelkî hat ecibandin. Kêfa dostê minê hêja Emer Farûk Baran jî ji
nivîsê ra hat, xwest ez nivîsê hinekî din jî fire bikim û wek nameyeke ji
Perxudres Podcastê ra bişînim.
Min bi kêfxweşî qebûl kir. Vê carê dixwazim bi riya Perxudres Podcastê çend
gotinan li vê teknolojiya bîn li însên çikandiye bibêjim.
Dema înternet tunebû jiyan rehettir û xweştir bû, têkiliyên însên rû bi rû bû. Hevaltî ne bi riya Facebookê, X´ê û Înstagramê bû. Meriv karê xwe yê broktarîk ya ya rû bi rû, ya jî bi telefonê, bi rehetî dimeşand.
Lê nuha ne were ye, her tişt bûye dîjîtal, bûye makîne. Êdî însan bersîva te nade, makîne, robot bi te ra dipeyive, ew bersîva te dide.
Lema ez dibêjim, xwezî min ev serdema makîne, robot ketine
dewsa însên nedîta.
Xwezî ez di vê serdema înternetê da nejiyama, xwezî min ev
teknolojiya, ev dijîtalîzasyona neînsanî, telefonên jîr, Instagram, Swish,
Dîgî-Pas, BankIDê, YouTube û bi sedan tiştên wek wan, yên ez navên wan nizanim
nedîta.
Ez ne însanê vê serdemê me. Hin tiştan ji mecbûrî fêr bûme, lê ew jî wek zewaca
bêdil e, ezab e.
Xwezî her tişt dîsa wek berê bi qelemê, bi nivîsê, rû bi rû hel bibûya.
Xwezî înternet, kompîtor, telefonên bêrîkê, Instagram, Swish, Dîgî-Pas,
BankIDê, YouTube û bi sedan tiştên wek wan tunebûna, em hewqasî ne di binê
bombardûmana vê teknolojiya zalim da bûna.
Tu telefonî bankê, kîjan dahîrê dikî robot derdikeve hemberî te, dibêje tu çi
dixwazî?
Dibê êdî tu derdê xwe, daxwaza xwe ji robotê ra bibêje. Ew jî ne rehet e, ya
meriv ji heq dernayê, ya jî pê ra kezebreşî dibe.
Ez ne merivê vê serdemê me, ne yê vê teknolojiya neînsanî
me.
Ez ji heqê van aletan, van robotan, van program û app-mapan dernayêm.
Ji ber wê jî di jiyana rojane da gelek zorî û zahmetiyan dikşînim.
Barê min pir giran e, çimkî ez karê xanimê jî dikim; ew jî pir û pir zor e.
Carnan qebûl nakin, dibê gerek ew bipeyive.
Carê min got, xwendin û nivîsandina wê tuneye û kor e.
Wê rojê karekî ma ket bankê, ez perîşan bûm, ji hêrsa ez behecîm.
Ji bo her karê brokratîk, karekî banqê,
têkiliya bi dahîreyekê ra, dana deynekî, şandina pera, li Swêd dibê meriv profesorê
teknolojiya dijîtal be, bi dehan kod û şîfreyan di bîra xwe da bigirî û dibê tu
bizanibî ya telefonê, ya jî kompîtorê bi kar bînî.
Ji bo ku tu kanibî bi daîreyekê ra, bi banka xwe ra bipeyive dibê tu bi ya bi Dîgî-Pasê,
ya jî bi BankID´ê xwe bidî naskirin.
Û gava ew tunebin ya jî tu nizanibî bi kar bînî çû ji te da,
ne mimkûn e tu alîkariyê ji kesî bigirî. Ji xwe destpêk robot e, gunehê robot
bi te nayê, telefonê qut dike.
Çimkî tu nikanî xwe bidî naskirin. Dibê dîjîtal tu îspat bikî tu kî yî !
Yanî ev dinya îro, ev teknolojî ji bona kesên wek min bûye ezabekî mezin, jiyan
bûye îşkence.
Tu hêrs dibî, dikî qîrîn û hawar pere nake, çimkî yê hemberî te ne însan e,
robot e. Heta tu robot îqna nekî însên dernaxîne hemberî te…
Li Swêd jiyana kesên wek min, kesên bi swêdî, îngilîzî baş nizanibe û ne hakimê
vê teknolojiya dîjîtal be wek kor be, wek lal be, nikane telefonî nxweşxanê
bike, nikane li ba tuxtorê dirana wextê veqetîne.
Swêd welatê herî bêtir dîjîtal bûye. Banqe ne pera digrin, ne jî didin. Deriyê
banka girtîne, ji bo tu herî bankê dibê tu wextê veqetînî, ji bo wê jî gerek ya
Digipasa te ya jî Bank Ida te hebe.
Li marketan ji bo ku tu kanîbî alvêrê
bikî dibê karta te hebe, çemkî pera nagirin. Kasayek tenê pera digire, li wir
jî gelek kes di dorê da ne. Giş xerîb in.
Vê medenîyetê, vê teknolojiyê ji dêlî jiyana însanan rehet bike, jiyan li gelek
kesan kiriye zindan.
Wê rojê ji bo karekî bankeyê(baka me SEB´e) ez behecîm, dîn bûm, li ber kompîtorê
û telefona di dest xwe da teqiyam.
Hindik mabû min seqetiyek çêkira, telefon bavêta, kompîtor perçe bikira.
Çimkî tiştê bankê, robotê ji min dixwest min nikanîbû bikira, ez ji heq
dernediketim.
Min got xwezî ez di vê serdemê da nehatama dinyayê, xwezî ez mecbûrî bikaranîna
van makîneyan, van telefon û kompîtorên ketine dewsa însên nebûma.
60-70 sal berê jiyan rehettir bû, xweştir bû, meriv her karê xwe ya rû bi rû ya
jî bi qelemê dimeşand, diqedand.
Nuha robot ketine dewsa însên, dibê tu kanibî bi robotan ra bipeyive.
Robot jî kêmasiyeke herî biçûk jî qebûl nake, gunehê wê bi kesî nayê, dibê tu
bersîvên robotê rast bidî.
Dema înternet tunebû serê me vehesîyayî bû, em ne mecbûr bûn fêrî bi hezaran
tiştên berradayî bibûna.
Berê jiyan rehettir bû, xweştir bû, gav û saetê haya me ji
hewqas xeberên, bûyerên, wahşetên li çarhawêlî dinyayî û li herêma me
diqewimin, kezebê li meriv reş dikin çênedibû.
Her roj, gav û seetê bihîstina hewqas tiştên negatîv meriv gêj dike,
psîkolojiya meriv xera dibe.
Wê rojê ez û xanim ji bajêr vedigerîyan malê.
Di metroyê da min bala xwe da der dora xwe, çavê her kesî di
telefonê da bû.
Berê însanan ya kitêb dixwendin ya jî rojname. Nuha rojname jî, kitêb jî bûne
tûtya, tu di destê kesî da nabînî. Wê rojê di metroyê da min kalekî kitêb
dixwend dît.
Min bala dayê kalekî swêdî kitêb dixwend. Baş ketibû nava dinya tiştê dixwend. Fena
ku ne di metroyê da bûya, fena ku kes li dora wî tunebû.
Ez şaş mam, kêfa min jê ra hat. Ji zûda bû min nedîtibû di metroyê, di otobozê
da yek kitêbekê, rojnameyekê bixwîne.
20-30 sal berê eksê wê bû, hema hema di destê her kesî da ya rojnameyek, ya jî
kitêbeke hebû. Ew dewran zû bû tarîx, nuha serdema internetê, telefonê ye,
biçûk, mezin, kal, pîr di rêwîtiya metroyê, trênê û otobozê da her kes mijûlî
telefonên xwe ye, di destê her kesî da telefon heye, ya tiştekî dixwîne ya jî
lîstikekê dilîze, li tiştekî dinêre.
Berê dinya hewqas zû nediguherî, giran, giran diguherî, di 20-30 salên dawî da dinya
pir bi lez, bi suret guherî, meriv pê ra nagihîne, nikane fêr bibe. Ji bo wê jî
ez dibêjim berê dinya rehettir û xweştir bû, xwezî min ev serdema makîne, robot
ketine dewsa însên nedîta.

Inga kommentarer:
Skicka en kommentar