13 augusti 2025

Tirkan di wergera kitêba Îbn Kesîr da kurd kirine tirk

Mamosteyê tarîxê yê zanîngeha Selçûkê (Konyayê) Prof. Mustafa Demircî gotiye, ”di xebata xwe da min ferq kir, di kitêba Îbn Kesîr(1300-1373) da di her dera navê kurd derbas dibe kirine tirk. Min tercuman dît, min got çima te wiha kiriye? Got min ew der tercume nekiriye...”

Tirkan ne di tercumeya Îbn Kesîr tenê da ev sextekarî, ev bêexlaqî kirine, di hemû wergeran da, dema rastî navê kurd tên miheqeq sansor dikin; ya dikin tirk, ya jî jê davêjin.

Di sextekariyên wiha da li dinyayê ji tirkan bêexlaqtir kes tuneye. Ji bo ku navê kurdan, Kurdistanê di tu belgeyeke, kitêbeke tarîxî, edebî da nemîne sextekariya nekin tuneye.

Pêxember jî qala kurdan kiribe, di Quranê da jî navê kurdan hebe ewê jê derxin.

Dibê lêkolînerekî kurd li ser vê bêexlaqiya tirkan lêkolînekê bike.
Berê kurdên van kitêbên li ser tarîxê tercumeyî kurdî, tirkî bikin tunebû, nuha pir in. Û saya van zana û lêkolînerên kurd gelek sextekariyên tirkan îfşa bûn. 
Emîn Narozî yek ji van wergêr û lêkolînerên hêja ye. Emîn Narozî Ibn Kesîr û gelek eserên din ên li ser kurdan û qala kurdan kirine wergerandin kurmancî. bi van wergeran bi sedan sextekariyên tirkan derketin ortê. 
Kurd êdî tarîxa xwe ne ji neyar û dagirkerên welatê xwe, ji zana û alimên xwe, ji wergerên xwe fêr dibin. 

Bi van wergerên kurdan rûreşiyên tirkan kirine yek bi yek eşkere dibin. Tahrîfata tirkan di esera Îbn Kesîr da kirine yek ji van rûreşiyên wan e.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar