31 oktober 2024

Xwezî min bikanîbûya podcasta bloga xwe çêkira


Ferman Salihê hêja di Rûdawê da li ser podcastan nivîseke înformatîf a pir girîng nivîsîye.

Li dinyayê ji jimara podcastan bigire, hetanî bi jimara guhdarên wan agahî daye.
Nuha  li dinyayê zêdetitî 414 milyon podcastan hene û 504 milyon însan jî her roj li podcastan guhdarî dikin. 

Nivîseke pir xweş e. Xwezî min jî bikanîbûya bloga xwe bikira podcast.

Mesele çavtirsandina kurda ye

Serokê Beledîya Esenyurtê Prof. Ahmet Ozer bi îthama “endamtiya PKK´ê” hat tewqîfkirin û qaymeqamê qeza Beşîktaşê Oguzhan Bîngol wek qeyûm danîn dewsa wî.

Beledîya Esenyurtê çend roj berê şeveke muzîkê li dar xist. Muzîsyenên kurd jî beşdarî şevê bûn û Ahmet Ozer bi xwe jî bi yekî ra duet kir. 

Diyar e Ahmet Ozer bi kurdperweriya xwe Erdogan û Bahçelî pir qeherand, lema defterên kevn, yên 10 sal berê vekirin.

30 oktober 2024

Dawî li leqleqa vala nayê

Serokê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan demagojiya Devlet Bahçelî careke din dubare kiriye, gotiye:

“Birayê min ê kurd, em ji te hêvî dikin tu yê vî destê ji dil û can dirêjî te bûye bigirî.”

Ez fêm nakim bêyî banaga teslîmbûnê û qebûlirina tirkbûnê çi pêşnîyarî kurdan kirine?
Ji bo çi emê bi wî destî bigirin?

29 oktober 2024

Li Rojhilata Navîn sînor ewê werin guhertin

Dr. Ednan Mecîd Mihemed

Dr. Ednan Mecîd Mihemed di vê nivîsa xwe ya di malpera Rûdawê da ji serok û siyasetmedarên kurd ra dibêje xerîteya Rojhilata Navîn, sînorên dewletên welatê me dagirkirine li ber guherînê ye, sînorên dewletan yên îro ewê werin guhertin; ev zerûrîyeteke; ewê bibe.

Çimkî dema neyê guhertin li herêmê şer û teşxele nasekine. Dewletên mezin ev yek baş fêm kirine.
Sînorên Rojhilata Navîn bi peymana Sykes-Picot ya sala 1916´a bi rengekî ne rast hat xêxkirin.

Pîcasso: Ez tabloyên xwe ji mirîşkan ra çênakim


Carnan ji Pablo Pîcasso ra gotine efendim tabloyên tu çêdikî rastiyê nîşan nadin, rastî new isa ye. Meriv tiştekî ji tabloyênte  fêm nake.  Wî jî gotiye:

-Jixwe tu tiştê em dibînin di rastiyê da ne wek xu ye.
Fotokêş berî pê li deklanşorê kin dibêjin ”bikene !” û tiştên hûn heta nuha jiyane ji bîr bikin.

Rojekê jî yekî ji Pîcasso ra wiha gotiye:

28 oktober 2024

Kurdistanê bibe meşaleya demokrasiyê û edaletê !

Ne mesela dilxwaziyê ye, rastiyeke heye dibê em kurd bibînin; li herêma me tenê Îsraîl, yahûdî dixwazin Kurdistaneka serbixwe çê bibe, em kurd jî wek ereb, tirk û farisan bibin xwedî dewlet.

Ereb, tirk, faris viya naxwazin, çimkî dagirkerên welatê me ne. 
Naxwazin erdê dagir kirine bi rehetî bidin me. Lema şerê me û wan 150-200 sal e dewam dike.

Malpereke Îsraîl gotiye:

”Kurdistan, bi Îsraîl ra li Rojhilata Navîn ewê bibe meşaleya demokrasiyê, edaletê û mafê mirovan.”

27 oktober 2024

Payiza rengîn îro hukmê xwe nîşanî me da

Îro li Stockholmê hewa gelkî ne xweş e. Li gorî rapora telefona min baranê seet di 14.00a da dest pê bikira, lê zûtir, di 12.00a da dest pê kir. Şansê me hebû em nêzî malê bûbûn, em zêde şil nebûn. Nuha ximîna wê ye.

Bayekî pir heye, meriv ber bê dihere. Bayekî pelweşîn e, pel bi daran va nehîşt.

Payiz hukmê xwe nîşan dide. Tu salê ev meh hewqasî xweş derbas nebûye. Lê êdî dawî ye.

Em wek mozên azirî ne

Gava zulmeke mezin li ser meriv hebe, meriv ne azad be, newêribe ya dilê xwe bibêje, rewşa meriv aborî, siyasî xerab be, meriv ji talîya xwe bi tirs û bêhêvî be meriv bêhuzûr e, bînteng û xulqteng e. Wek bombeyeke li ber teqînê ye. Wek mozeke azirî ye.

Zû hêrs dibe, zû dikeve şer û teşxelê.

Em kurd, zengîn, feqîr, siyasetmedar, edîb, însanên normal, welhasilî kelam her kes ji ber halê me yê mewcûd pir bînteng in, psîkolojiya me bêîstîkrar e.

26 oktober 2024

Devlet Bahçelî tirk nehîştin

Serokê MHP´ê Devlet Bahçelî îro dîsa xweş kiriye, bayekî wer ji ber serê xwe berdaye kenê guran pê tê; gotiye:

”Jihevhezkirina tirk û kurdan ji bo herdu seriyan jî him dînî, him siyasî ferz e. Heger tirkekî ji kurdan hez neke hebe ew ne tirk e ! ”
Law bi Xwedê dereweke bi boçik e. Tirkê bi rastî ji kurdan hez dike li ba te tirkekî xayin e.
Tu dev ji tirkên din berdî, tu jî ji kurdan nefret dikî. Û tu dixwazî li dinyayê kurd nemînin ya jî kesê dibêjin em kurd in tune bin.

Me îro hawirdora xwe baş pak kir

Îro roja paqijya taxa(mehela) me ye. Bîstek din, seet di 09.00a da em û cîranan emê li hev kom bibin û dest bi paqijiya hawirdorê û hewşên xwe bikin.

Daran pel weşandine, emê pelên daran, qilêra derdorê, pel û pincarê hewşê top bikin.

Baş e baran nabare, lê hinekî sar e, germîyan 6 derece ye. Bîstek din ewê germtir bibe.

25 oktober 2024

Dosteka me ya hêja wefat kir

Dosta miletê kurd ya ji dil, kurdolog, lînguîst û pispora edebîyata kurdî Joyce Blau xanimê di 92 saliya xwe da wefat kir. 

Joyce Blau xanimeka evîndara ziman û edebîyata kurdî bû, dosteka kurdan bû, yek ji damezirênera Enstîtuya Kurdî ya Parîsê bû. Di rojên giran da tim li ba kurdan bû.

Di vî umrê xwe da jî her roj li Enstîtuyê bû û wek xanimeka ciwan dixebitî. Joyce Balu xanimê li ser ziman û edebîyata kurdî gelek berhemên hêja li dû xwe hîştin.

24 oktober 2024

Li Tirkiyê senaryo pir in

Tirkiye di warê fêlbazîyê, hîlebazîyê, dek û dolabên xapandinê da welatekî bêemsal e. 

Rojê senaryoyeke nuh, fîlmekî bi heyecan pêşkêşî civatê dikin. Tu dibêjî belkî karê dewletê tenê ev e, her roj fîlmekî nuh têxe sahnê.

Însanan hîn temaşekirina fîlmê di sahnê da temam nekirine, fîlmekî ji yê berê ecêbtir dajon pîyasî.

23 oktober 2024

Em îro çûn warê xwe yê kevn

Îro li Stockholmê roj xweş bû, li dora 12-14 dereceyê germ bû. Min û xanimê biryar da em ji Alby, ji mehela xwe derkevin, herin li dereke din bigerin. 

Em çûn cî û warê xwe yê 21 sal berê Årstayê.

Dera meriv demakê lê dimîne, çend salan li wir dijî dibe wek warekî meriv. Carnan meriv dixwaze here bibîne, hela ka çi guherî ye, çi hîn wek xwe ye.

Berdana Ocalan çîrokek bêbingeh e

Gotinek bêhemdî ji devê serokê MHP´ê Devlet Bahçelîyê demagog, teqlebaz fistiqî, got bira Evdila Ocalan PKK´ê fesh bike, dev ji terorê berde, ala teslîmîyetê hilde, wê demê bira were li meclîsê, di civîna DEM´ê da bipeyive.

Mêrik qala dayina tu mafî nekiriye, gotiye li Tirkiyê mesleyek kurdî tune ye, mesela terorê heye. Mêrik gotiye bira PKK dev ji terorê berde, teslîm bibe.

Tu milet bi rehetî nebûye xwedî dewlet

Asansora diçe zaferê tune ye. Nêrdiwan heye. Meriv nêrdiwanê bi kar tîne, pêlik bi pêlik hildikşe jor.

Ew nêrdiwan jî xebat e, fedekarî ye, berdewamîya xebatêye û îstîkrar e.

Hin kar zor in, hin kar jî hêsantir in.

Lê karê neqede tune ye.

Azadîya me mimkûn e, zû dereng emê wê rojê bibînin, Kurdistanê çêbibe, miletê kurd jî ewê bibe xwedî dewlet.

22 oktober 2024

Devlet Bahçelî gotiye bira Ocalan were li meclîsê bibêje em teslîm dibin !

Serokê MHP´ê Devlet Bahçelî gotiye ”bira serokê terorê Abdulah Ocalan were li meclîsê, di civîna DEM´ê da bibêje em teslîm dibin, em dawîyê li terorê tînin, PKK´ê jî lewx dikin”, hin kes hin maneyên bêbingeh ji vê banga Bahçelî ya teslîbbûnê derdixînin.

Bahçelî ji berê da ye dibêje dev ji doza azadiyê, navê Kurdistanê berdin, daxwaza mafên kolektîf nekin, bibêjin em tu mafekî netewî naxwazxin, xwe teslîmî edaleta me bikin.
Çareserî ev e. Gava hûn viya bikin mesele diqede.

Xwezî porsipîtiyê û rîsipîtiyê însan baqiltir bikira

Gotina ”min ev por li êş sipî nekiriye” ji bo kesên,  jin û mêrên porsipî, extîyar in, êdî xwedî tecrûbe ne, baş kemilîne tê gotin.

Gotina rîsipî jî heye. Rîsipî tenê ji bo peya(mêran) tê gotin. Porsipî meriv kane ji bo jin û mêran bibêje.

Lê her kesê porsipî, porê xwe li êş sipî nekiribe jî li gorî umrê xwe, wek porsipî û rîsipîyekê hereket nake.

21 oktober 2024

Numûneyeke dibê her kurd ibretê jê bigire !

Mîvanekî Bedel Boselî jê ra gotiye:

”Kalikê min ji  min ra digot, ji ber pirbûna gûzên vira, navê Kozanê li vir kirine.”
Bedel Boselî jî gotiye:
”Bi kurdî ji ”civîzê” ra dibêjin gûz, goz. Yanî Kozan tê maneya diyarê gûzan.”

Li ser vê analojiya Bedel Boselî, mîvanê wî gotiye:
”Esas kalikê min digot koka me kurd e.”

Gava ziman here, însan asîmîle bibin, kurdî ji bîr bikin otomatîkman dibin tirk; dibin wek mîvanê Bedel Boselî.

Hilbijartinên Kurdistana Başûr bi silametî derbas bû, ma avabûna hukûmetê

Li Kurdistana Başûr hilbijartinên 20 cotmehê bi silametî, bêyî şer û teşxele derbas bû. Ev tiştekî pir baş e, kêfxweş bûm. 

Gelek kesan bawer nedikir, ya jî tirs hebû hilbijartin bi vê sakîniyê, bi vê silametiyê derbas bibe. Ev netîce ji bo kurdên başûr ciyê serbilindiyê ye.

PDK bûye partiya 1´ê 40 parlamenter, YNK bûye partiya 2´a 22 parlamenter, Neslê Nû(Newey Nwê)jî bûye partiya 3´a 16 parlamenter, Yekgirtûya Îslamî jî bûye partiya 4´a 6 parlamenter, çend partiyên din jî 2 û 1 parlamenter bi dest xistine.

20 oktober 2024

Wergerê şiîra kurdî Thorvald Berthelsenê danîmarkî îro mîvanê Kitêbxana Kurdî bû


Şairê danîmarkî Thorvald Berthelsen îro li Stockholmê li Kitêbxana Kurdî wergera xwe ya şiîrên kurdî ”Nya Kurdiska Liryik/ Helbeta Kurdî ya Nuh” da nasîn.

Civînê seet di 14.00´a da dest pê kir û li dora du seet nîvê ajot.
Thorvald Berthelsen destpêkê li ser nasîna xwe ya bi edebîyata kurdî  ra û xebta xwe hin agahdarî da.

Bêşeref giş mirin !

Li dêrê keşe di w´aza xwe da gelek tiştên xweş û baş got, gelkî pesê başiyê, çêyiyê da.
Di dawiya w´aza xwe da got:

-Wê demê dibê em ji bo Xwedê çi bikin?

Lazim e em efûkar bin, dijminên xwe efû bikin. Piştî vê sohbeta me, 

ji we çend kesan dijminên xwe efû kir?

Ji nîvê cimatê zêdetir destê xwe bilind kir.

Keşe pirsa xwe dubare kir…

19 oktober 2024

Tirs hebe kûçik ji tajî bezatir e

Tirsê serokên Îranê û Tirkiyê bizandiye. Herdu welat jî ditirsin agirê Xezayê û Libnanê bigihîje wan jî, wan jî bişewitîne. Lema fortên vala didin xwe.

Wezîrê karên derve yê Tirkiyê Hakan Fîdan û wezîrê karên derve yê Îranê Ebas Eraqçî li Stenbolê civiyane. Mijara wan şerê Îsraîl, Hamasê û Hizbullahê bûye.

Hakan Fîdan gotiye, "Divê neyê jibîrkirin metirsî heye şer li hemû herêmê belav bibe."

Wezîrê karên derve yê Îranê Ebas Eraqçî jî gotiye:

Tirkiyê û Îsraîl kum li hev hûç kirin


Tirkiyê di şerê Xezayê û Libnanê da heta nuha zêde nekir qîjewîj, lê piştî van gotinên wezîre karên derve yê Îsraîl Katz rewş guherî, herdu serîyan jî gotina dawî ji hev ra gotin. 

Wezîrê karên derve yê Îsraîl, Îsrael Katz piştî kuştina serokê Hamasê Yahya Sînwar di twîtteke xwe da navê serokê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan etîket kiriye, jê ra gotiye:

”Were hevalê xwe yê tecawizkar û qatil Yahya Sînwar bibe...”

18 oktober 2024

Çend fototên patiza rengîn


Va ye payizek din jî hat. Payiz demsalek xweş e, jê hez dikim. Dar sor û zer bûne, hêdî hêdî pelên xwe diweşînin.

Erd jî wek daran rengîn bûye.

Payiz demsala xeman û xemgîniyê ye. Xemgînî, hesret payiza dil e.

Heneka kalê jîr

Em îro jî bi mîzahê, bi henekekê dest bi roja xwe bikin. Carnan mîzah lazim e.
Mîzah ne tenê meriv dide kenandin, aqil jî dide meriv, zîrektiya însên jî derdixe pêş. Haweyê zarşîrîniyê fêrî meriv dike, him kêfa meriv tîne, him him jî gotinên xweş fêrî meriv dike.

Kalekî swêdî ji Stockholmê telefonî lawê xwe yê li Parîsê dima kir, bi heyecaneke mezin jê ra got:

17 oktober 2024

Zîya Avcî dîsa wergereke pir hêja kiriye


Weşanxaneya Nûbiharê berhema Marûf Xeznedar a bi nav û deng Dîroka Edebiyata Kurdî çap kiriye. Kitêb wek ansîlopedîyeke edebîyata kurdî ye, 7 cild in, 3000 hezar rûpel e.

Eser bi rengekî pir bi qelîte, tam li gorî hêjayîya wê hatiye çapkirin. Ev esera hiranbiha dibê di mal û kitêbxaneya her kurdî da hebe. Li ser edebîyat û tarîxa edebîyata kurdî bi tevayî xebata herî mezin û berfireh e.

16 oktober 2024

Herin riya xwe bi Pêşangeha Kitêban a Batmanê xînin

Bihayê her tiştî ne li gorî zemên e


Pîcasso rojekê çûye aşxaneyekê. Garsonekî aşxanê ew nas kiriye, kaxetek dirêjî wî kiriye, jê ra gotiye:

-Ezbenî, tu kanî ji min wek xatire tiştekî li ser vê kaxetê xêz bikî ? Ezê bibim nîşanî zarokên xwe, neviyên xwe bidim.
Pîcasso li ser kaxetê jê ra tiştekî xêz kiriye, îmze îmze kiriye û dayê.
Garson gotiye:

Dîsa li ser peyvên bi erebî

Çend roj berê di platforma X´ê da min ev gotina jêr parve kir:

-Bi bûçûkan ra biçûk, bi mezinan ra mezin be; lê belê tu carî danekeve mistewa kesê nehêja, xwe biçûk nexîne.

Camêrekî bi navê Mem Siyabend ji peyva ”mistewa” aciz bû, ji bo ku min ev peyva erebî bi kar anîbû ez rexne kirim, got:

15 oktober 2024

Wesîyeta bavê û lawê siyasetmedar

Sê lawên bavekî hebûne. Hersê lawên xwe jî dane xwendin, hersiyan jî zanîngeh qedandine. Ji wan ra gotiye:

-Ez dixwazim hûn tahsîleke baş bigrin, bibin xwedî sinet û karên baş. Ji bo vê yekê ez ji we tiştekî naxwazim. Lê wek sipasdarî, dema ez mirim, her yek ji we hezar dolarî têxin tabûta min.

Hersê lawên wî jî zanîngeh qedandine, yek bûye tuxtor, yek bûye ekonomîst, yek jî bûye siyasetmedar.

14 oktober 2024

Xwezî li dinyayî dîn, rast û çep tunebûya

Heger li dinyayê, rast û çep, dîn (îslam, xiristiyan, yahûdî) tunebûna, însanan bi tu dînî bawer nekirina him şerê ji bo dîn û baweriyê ewê tunebûya, him jî însan ewê di jiyna xwe da azadtir bûna.

Yanî li dinyayê dîn, îdeolojiya rast û çep tunebûya însan ewê ji gelek teşxele û şeran azade bûna, wek nuha hevdu qir nekirana.

Dînan, şerê ji bo wan, rast û çepîtiyê di tarîxê da mala însanan şewitandiye.
Çimkî baweriya bi dînekî him bûye sebebê gelek şerên xweînî, him jî însên mecbûrî jiyaneka li gorî qaîde û qanûnên wî dînî dike.

13 oktober 2024

Mucahît Bîlîcî jî riya berê gelek carî hatiye ceribandin û tim zirar daye kurdan pêşniyarî kurdan dike

Mucahît Bîlîcî xoce jî wek îslamîstên li dijî Xerbê û Amarîkayê şîreta hevaltiya tirkan li kurdan kiriye, gotiye Xerb, Amerîka xerab e, bêbext in, baweriya xwe bi wan neynin, nebin hevalên wan. 

Bi hevaltiya wan hûnê zirarê bikin. Dibê hûn Tirkiyê xurt bikin, Tirkiye welatê we ye jî. 

Dev ji nasyonalîzmê û xeyala Kurdistanê berdin, ji bo xurtbûna Tirkiyê bixebitin, ji bo we ne Tirkiyeyeke zeîf, Tirkiyeke xurt baştir e. Dijminatiyê Tirkiyê û tirkan mekin, ji dêlî wê Tirkiyê xurt bikin.

Xwezî dîsa zar bûma...

Çaxa meriv zaroke dixwaze zû mezin bibe, bizewice, bibe xwedî zarok, bibe xwedî mal û kar.

Mezin dibe, dizewice, dibe xwedî zarok, dixebite, pera kom dike, hêdî hêdî extîyar dibe, diweste. Ji kar of dibe, dixwaze jê xelas bibe, rehet bike, êdî westa xwe bigire.

Vê carê jî dibêje yaho xwezî teqawid(xaneşîn)bûma, minê ji xwe ra rehet bikira, ezê her sibe bi zirîna seetê ra ji xew hol nebûma, bi çavên nîv li xew nereviyama kar.

12 oktober 2024

Gazinek ji parlamenteka kurd a Swêd

Min ev nivîsa di 8´ê vê mehê da(2024-10-08)bi Messengerê ji Evîn Încîr xanimê ra şand. Evîn Încîr kurd e, abûqat e, ji Partiya Sosyal Demokrat a Swêd ji sala 2019'a û vir ve endama Parlamentoya Yekîtiya Ewropayê ye.

Evîn xanim, di kilîpa rojnameya Expressendê da min li minaqaşa te û Alice Teodorescu-Måwe temaşe kir. Li hemberî Îsraîl min retorîkek wiha ji te nedipa, ez xeyalşikestî bûm.

Te bi hêrsek mezin Alice rexne dikir. Te digot çima tu kuştina 40 hezar filistînî mahkûm nakî ?
Di minaqaşê da tu ne sakîn bû, te bi hêrseke mezin Alîce rexne dikir.

Jineka nasyonalîsta ereb gerek nebe berdevka kurdan

Tulay Hatimogullari parlamentera partiya DEM´ê ye, lê jinik nasyonalîsteke ereb e û bi demagojiya antî emperyalîstiyê heta hûn bixwazin li dijî azadiya kurda ye. Dijminatiya wê bi Amerîkayê ra ji bo kurda ye, piştgiriya Amerîka bi kurdan ra wê pir aciz dike.

Xerîbên bûne parlamenterên DEM´ê dibê dost û dilxwazên kurdan bin, azadîya kurdan bixwazin, ne ku dijminatiya kurdan bikin.

Di axaftineke xwe da wiha dibêje:

11 oktober 2024

Min îro zikata mahsûla salê da

Me mahsûla xwe ya salê ya dawî du roj berê rakir. Mehsûla me sêv û tirî ye. Wîşne me berê top kiribû, kiribû reçel. Me herdu darên xwe jî hema hema rût kirin. Îsal herduyan jî pir girtibû.

Dibê me zikata mahsûla xwe ya salê bida. Ew jî îro bû qismet û nesîbê hemşeriyê min Elîyê Kosa(Elî Tuysuz).

Ez û hemşeriyê xwe, dostê xwe yê 44 salan carnan hevdu dibînin û hin bîranînên xwe teze dikin.

Erebî û tirkî kurmancî pir xera kiriye

Hin nivîskarên me ji dêlî ku xwe hinekî biwestînin, bi xwe li ser bûyera qalê dikin çend gotinan binivîsin, nivîsên xelkê ji zimanên din bi Translata Googlê tercume dikin. Wek ku wan nivîsîbe.

Ez wisa texmîn dikim, çimkî ji nivîsa min xwend tiştek nayê fêmkirin. Gerek kurmanxiya yekî hewqasî jî ne xerab be.

Di wergera Googlê da her nivîs rast tercume nabe. Hin nivîs dibin wek komek herf û rêzên tiştek jê nayê fêmkirin.

10 oktober 2024

Xelata Nobelê ya Edebîyatê ya îsal bû nesîbê Han Kanga ji Koreya başûr

Han Kang

Xelata Nobelê ya Edebiyatê ya sala îsal nivîskara ji Koreya Başûr Han Kangê girt. Di medyaya Sweêd komentarên cuda, li dijî hev hene.

Hinek bi hilbijartina Komîteya Nobelê ya Swêd kêfxweş in, hinek jî dibêjin ne hilbijartineke bi îsabet e. Jixwe her sal wiha dibe, tim hinek li dij in, hinek li gel in.

Weşangera Han Kangê, Nîna Eidem gotiye ji ber ku Han Kangê ev xelat girtiye ew pir kêfxweş e û dilşa ye. Pir pesnê Han Kangê û dedebîyata wê da ye.

Neyarekî kurdan bela xwe di bloga min dabû

Piştî ez ji gerra xwe ya Kurdistanê vegerîyam (destpêka meha hezîranê)min çi nivîsî Facebookê rakir. 

Siyasî, ne siyasî nivîs li ser çiba radikir, digot nivîsa te li dijî prensîbên me ye. 

Min îtîraz dikir, hin caran bi cî dikir, hin caran jî nedikir.

Çend roj berê Facebookê e-maîlekê got li filan dera Stockholmê, seet di 22.00´a da yek ketiye malpera te. Gelo ew tu ye ya na?

09 oktober 2024

Havîna germ qediya, payiza rengîn û baranê dest pê kir

Ji do êvarî da ye baranê venekiriye. Hetanî dawiya heftê ewê dom bike û bibe firtone jî.

Îro em hîn ji malika xwe derneketine, me meşa xwe ya rojane nekiriye. Em debar nakin, emê derkevin.

Ji ber ku em fêrî gerrê bûne, di hundur da bîna me teng dibe. 

Xanimê jî qebûl kir, emê kincên xwe yê baranê li xwe kin û herin bîstekê bigerin û werin.

Yeka li dijî guhertina sînor û xerîteya herêma me gerek ne berdevka kurdan be

Tulay Hatîmogullari Oruç, parlamentera partiya DEM´ê ya Edenê ye, hevseroka partiyê ye; ereb e.

Ev xanima ereb ji bûyerên li herêma me diqewimin pir ditirse, di twîteke xwe da gotiye:

”Dixwazin fesaleka(dîzayneka)emperyalîst bidin gelên Rojhilata Navîn. Dixwazin xerîteyekê ji nuh va çêkin. Em banga aştiyê li gelê me, li herê ma me, li hemû gelan dikin. Werin bêyî ku em sînoran nas bikin, tevgereke aştiyê organîze bikin. Ev yek, hewcedariya demê ye, li gorî pêşketinan wezîfa me ya esasî ye."

Li 12 welatan lêkolîneke pir balkêş

Li ser rewşa welatan û exlaqê miletan lêkolîne pir balkêş kirine.
Zanîngeha Îngilistanê GREENWICH UNIVERSITY  li 12 welatan testeke sosyal(ceribandike sosyal)çêkiriye.

5 xwendekaran li kolanên herî qelebalix yên paytextên 12 welatan, Tirkiyê, Japonyayê, Îngilistanê, Misrê, Kanadayê, Koreya Başûr, Çînê, Îranê, Fransayê, Almanyayê, Norweçê û Îswîçreyê kamare bicî kirine û cuzdanên 50, 20, 10 dolar di nav da danîne erdê.

08 oktober 2024

Ji ber îslamê direvin Ewrûpayê, li wir jî şerîetê dixwazin

Do, di roja qetlîama 7´ê cotmehê ya Hamasê li Îsraîl kir, 1200 kes kuşt, terefdarên Hudaparê li Amedê meşeke piştgiriya bi filistîniyan ra kir.

Îslamîst pir li dijî Îsraîl, Amerîkayê û welatên Xerbê ne. Lê gava cî li wan teng dibe naçin Îranê, Afganîstanê, direvin Amerîkayê, Ewrûpayê, xwe davêjin dexlê welatên xiristîyan û demokrasiya wan.

07 oktober 2024

Yeksaliya qetlîameke mezin hat bibîranîn


Salek berê, di 7´ê cotmehê da Hamasê, terorîstên filistînî-îslamî  êrîşî festîwaleka muzîkê kirin û 1200 yahûdî, însanên sivîl, zarok, kal, pîr bi rengekî pir hovane qetil kirin. 

Bi sedan jî revandin. Ji kesên revandine 100 kes hîn jî bernedane. Kes nizane sax in, ya jî kuştine.

Qetlîam îro li Stockholmê li Sînagoga Mezin bi merasimekê hat bibîranîn. Serokwezîzêrê Swêd Ulf Kristersson, serokên partiyan û gelek siyasetmedar beşdarî bîranînê bûn.

Heqê jiyanê bidê û bêhêvî mebe

Hin caran tu çiqasî xwe bêhêvî û nebextewar his bikî jî dibê tu dev ji jiyanê, ji micadelê, ji berxwedanê bernedî.

Çimkî ya mift û belaş diyarî te bûye tenê jiyan e. Dibê tu heqê wê bidê, wê bijî û dev ji îdealên xwe bernedî.

Tu çiqasî zor û zahmetiyan bikşînî jî, carnan bilikumî jî, bikevî, rabî jî tiştekî tim te bi jiyanê va girê dide heye. 

06 oktober 2024

Şerê Îranê û Îsraîl şerekî di nabêna cepheya barbar û cepheya medenî da ye

Heger meriv bixwaze navekî li şerê Îranê û Îsraîl ke, bi baweriya min şerê Îsraîl û Amerîkayê bi Îranê, Hamasê û Hizbullahê (partiya Xwedê) ra şerekî di nabêna cîhana medenî û ya barbar da ye. Sebebê vî şerî çi be jî rastî ev e.
 
Îran û hevalên xwe barbariyê, Îsraîl û Amerîka jî medenîyetê temsîl dikin. Ev nayê wê maneyê cepheya Îsraîl û Amarîka bê kêmasî ye, her tiştê dike rast e, dibê meriv tesdîq bike.

Îdeolojiya Îranê, Hamasê, Hizbullahê ya serdema navîn e, lema jî ew dûzaneke serdema navîn dixwazin.

Li Swêd jiyana şevê bûye xewn û bîranîneke şîrîn

Li Swêd kêf û şahiya şevê, jiyana şevê qediya ye, êdî bûye bîranînek xweş û tarîxî.

Di telewîzyona Swêd da li ser vê meselê xeberek hebû, gotin berê li Swêd însan dawiya heftê diçûn der, kêf dikirin. Ew tişt êdî nameya.

Ciwanan gazin dikirin, digotin, dawiya heftê dereke em herinê, em lê hevdu bibînin, dans bikin, bi hev ra kêf bikin tune ye.

05 oktober 2024

Çim em tim xwe dikin destiyê kêrê?

Ereb û Îsraîl, Hamas û Îsraîl, Hizbullah û Îsraîl şer dikin, em dikevin gewriya hev, dilê hev dihêlin.

Îsraîl û Îran bi hev dikevin, em dikevin gewriya hev.

Hamas û Îsraîl, Hizbullah û Îsraîl şer dikin, hin kurd miheqeq dibin heval û piştgirên terorîstên îslamî, ji bo wan xwe perçe dikin.

Li ku dera dinyayê kî bi hev keve, em kurd jî ji bo wan tên hemberî hev, dilê hev dihîlin, gotinên gelkî giran ji hev ra dibêjin. Giş jî ji bo xelkê, ji bo ereban.

Perxudres Podcastê bişopînin !

Îro şemî ye, tahtîl e, piraniya însanan li malikên xwe ne, ewê du rojan westa xwe bigirin, îsterehet bikin. Ji bo kal û pîrên wek min jî jixwe her roj tahtîl e, ew her roj li mal in.
Di vê roja we ya îsterehetê da ez dixwazim guhdarîkirina li podcastekê pêşniyarî we bikim. Miheqeq haya gelekan ji hebûna Perxudres Podcasta Omer Faruk Baran heye. Lê dibe ku haya hinekan jê tunebe.
Heger hûn dixwazin li tiştekî pir xweş, li tiştekî kêfa we jê ra were guhdarî bikin, di vê tahtîla xwe da li Perxudres Podcastê guhdarî bikin.

04 oktober 2024

Me derziya bapêşê red kir

Ji bo ku em herin derziya bapêşê li xwe xin, Merkeza Tenduristiyê wext ji min û xanimê ra veqetandibû. Du car e dîjîtal me agahdar dikin, bi bîra me dixin, em naçin. Îro name şandine, gotine werin emê derziya bapêşê li we xin.

Em rabûn çûn Merkeza Tendurustiyê, me got heyra em tu derzî merziyan êdî li xwe naxînin, wexta me betal bikin.

Cezayê Xwedê

Meymûn û ker bûbûn desbirakê hev. Ker li bin darê diçêriya, meymûnê jî li ser darê mûz dixwar û di ber ra jî ji kerê ra davêt jêr.

Kerê têr xwariye, ji meymûnê ra gotiye:
-Bes e, min têr xwar. Zêde navêje, îsrafa zêde guneh e, Xwedê ewê me ceza bike.
Meymûn keniyaye, gotiye:

03 oktober 2024

Nehîştin Abdulkadir Kuda li mala xwe wefat bike

Rejîma Tirkiyê hewqasî xedar bûye, girtiyên li ber mirinê jî ji zîndanê bernade, piştî girtî di zindanê da dimrin, cenazeyên wan teslîmî malbatên wan dikin.

Abdulkadir Kuda li ber mirinê bû, devê wî nedigeriya, lê nehîştin here li mala xwe, di nav malbata xwe da wefat bike; guh nedan bi dehan raporên tuxtoran, di hundur da hîştin heta bimre.
Yanî hewqas zalimî û xedarî kirin.

Dewletîyê derewîn

Mêrik bi xanima xwe ya ciwan, pir bedew ra çûn ser zêringerekî (zîvkirekî) xişrên pir biha difrot.

Mêrik got:
-Em dixwazin li gustîleke almasî binêrin. Ez dixwazim ji xanima xwe ra gustîleke biha bikirim.

Zêringer ji vîtîrînê çend gustîlên bihayê wan li dora 5000 hezar dolarî derxistin, nîşanî wan da.

02 oktober 2024

Îran vê carê di devê topê da ye

Îranê do êvarî çend fuze avêt ji Îsraîl da. Berî Îran fuzeyan bavêje bi saetekê Amerîkayê xeber dabû Îsraîl. Yanî îsraîl tedbîra xwe girtibû.

Fuze giş ji alî Îsraîl û hêzên emerîkî va hatin xistin.

Îsraîl di heqê zirar û ziyanên madî û canî da hîn tiştek negotiye. Wer xuya dike zirareke mezin tune ye. Heger hebûya ewê bigotana.

Serokê artêşa Îsraîl got ewê bersîvê bidin Îranê. Serokwezîrê Îsraîl Benjamîn Netanyayu jî got emê viya ji Îranê ra nehêlin.

Ma tu hatiye êgir?

Di zimanê kurmanxî da gelek gotinên pêşiyan û biwêjên pir xweş û manîdar hene. Him aqil didin meriv, him jî axaftinê xweş û balkêş dikin.

Bi pêşketina asîmîlasyonê ra biwêj û gotinên pêşiyan hêdî hêdî tên ji bîrkirin, bi kal û pîrên me ra ew jî diherin gorrê.

Gava wezna wê tê ez di nivîsên xwe da biwêjan, gotinên pêşiyan bi kar tînim.

”Ma tu hatiye êgir ?”, biwêjeke xweş e, tê maneya lezandinê, ecelekirinê. Min got bira haya çend xwendevanên min jê çêbibe.

01 oktober 2024

Mufîd Yuksel: Li Filistînê 30 hezar kurd hene

Nivîskar, lêkolîner Mufîd Yuksel di kanala telewîzyonekê da gotiye ”li Filistînê 30 hezar kurd hene.”

Bi ya min jî rast e, belkî zêdetir be jî.
Lê ev 30 hezar kurd çima dernakevin piyasê, çima xwe vedişêrin?
Heta nuha min nedîtiye kurdekî ji Filîstînê derketibe, gotibe ez kurd im.
Lê kurdên Îsraîl xwe venaşêrin.
Qey filistîniyan gişk bi darê zorê kirin ereb. Yên zanin kurd in jî ji tirsa filistîniyan newêrin bibêjin em kurd in.

Kurd gerek xeberên hewqasî giran ji hev ra nedin !

Di medyaya sosyal û Tik Tokê da hin alîgirên PDK´ê gotin gelkî giran ji Bafil Talabanî, Qubad Talabanî û Celal Talabanî û ji jina wî ra dikin.

Kurd gerek xeberên wiha ji hev ra, ji namûsa hev ra nedin. 

Pir şerm e. Min şerm kir.
Dibê hevalên PDK´ê rê li ber tiştên wiha bigirin, nehêlin dilxwazên wan ji namûsa xelkê ra xebera bidin. 

PARVE BIKE