06 oktober 2024

Li Swêd jiyana şevê bûye xewn û bîranîneke şîrîn

Li Swêd kêf û şahiya şevê, jiyana şevê qediya ye, êdî bûye bîranînek xweş û tarîxî.

Di telewîzyona Swêd da li ser vê meselê xeberek hebû, gotin berê li Swêd însan dawiya heftê diçûn der, kêf dikirin. Ew tişt êdî nameya.

Ciwanan gazin dikirin, digotin, dawiya heftê dereke em herinê, em lê hevdu bibînin, dans bikin, bi hev ra kêf bikin tune ye.

Berê li her bajarê Swêd çend qulûbên, ciyên, mekanên dansê, kêfê hebûn. Dawiya heftê ciwan, xelk diçûn wan deran, dixwarin, vedixwarin, dans dikirin, kêf dikirin, dûra diçûn malên xwe. Carnan jî însan li wan deran rastî dildarên xwe dihatin.

Lê ew der û cîh êdî neman, gişk hatin girtin. Çimkî jin, keç êdî newêrin bi şev ji malên xwe derkevin, herin wan deran. Ji ber ku xerîb pir bûne, li derên wer gelş çê dibin. 

Li gor îstatîstîkan ji sedî 27´ê jinan li Swêd newêrin bi şev ji malên xwe derkevin, herin bajêr.

Swêdî bi kultura jiyana şevê, dawiya heftê herin derve, dans bikin, kêf bikin mezin bûbûn. Dawiya heftê diçûn dans dikirin, kêf dikirin û dûra diçûn malên xwe. 

Lê demografîya Swêd hatiye guhertin, derên wisa êdî ne li gorî Swêd e. Ji bo jinan êdî ne ewle ne. 

Lema li Swêd êdî qulûbên, mekanên kêfê, dansê nemane, ew kultur di nava 20 salan da bû bîranîneke xweş ya însanên navsale.
Di nav 20-30 salî da xerîban Swêd, jiyana swêdiyan ji kok da guhertin.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE