06 oktober 2024

Şerê Îranê û Îsraîl şerekî di nabêna cepheya barbar û cepheya medenî da ye

Heger meriv bixwaze navekî li şerê Îranê û Îsraîl ke, bi baweriya min şerê Îsraîl û Amerîkayê bi Îranê, Hamasê û Hizbullahê (partiya Xwedê) ra şerekî di nabêna cîhana medenî û ya barbar da ye. Sebebê vî şerî çi be jî rastî ev e.
 
Îran û hevalên xwe barbariyê, Îsraîl û Amerîka jî medenîyetê temsîl dikin. Ev nayê wê maneyê cepheya Îsraîl û Amarîka bê kêmasî ye, her tiştê dike rast e, dibê meriv tesdîq bike.

Îdeolojiya Îranê, Hamasê, Hizbullahê ya serdema navîn e, lema jî ew dûzaneke serdema navîn dixwazin.

Dibê em kurd tu carî nebin dost û hevalê cepheya barbar, dibê em hevalê cepheya medînî bin. Fêdeya miletê me, xelasiya miletê me di vê cepheyê da ye.

Hîn do keçeke me li Xezamyê hat rizgarkirin. Bi sedan keçên kurd hîn di destê vê cepheya îslamî da êsîr in. 

Terorîstên vê cepheya barbar li Şengalê keçên 8 salî, 10 salî revandin û li xwe mahr kirin. 

Malbatên wan, dê û bavên wan jî li dijî vê barbariya zarokên xwe derneketin, zarok nedan malbatên wan.
Kurdê bibe hevalê wan barbaran piştgiriyê dide vêwahşetê

XXX

Îhtîmala Îsraîl li Îranê xe zêde ye, nêzîk dibe. Herdu alî jî ji bo şerekî giran û mezin haziriyê dikin.

Herêma me, Rojhilata Nanîn dikele, ji Îranê bigire heta bi Yêmenê li gelek welatan şer heye.

Wer xuya dike xerîteya herêma me, ya Rojhilata Navî û Naverast ewê ji nuh va were xêzkirin.

Çimkî xerîte û sînorên îro hene ne adil û ne li gorî rastiya miletên herêmê ye. Dibê xerîteyek nuh çêbibe, sînor updat bibin; Kurdistan jî di vê xerîteya nuh da hebe. Serokên me gerek van îhtîmalan bibînin û li gorî wê xwe amade bikin.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE