07 oktober 2024

Heqê jiyanê bidê û bêhêvî mebe

Hin caran tu çiqasî xwe bêhêvî û nebextewar his bikî jî dibê tu dev ji jiyanê, ji micadelê, ji berxwedanê bernedî.

Çimkî ya mift û belaş diyarî te bûye tenê jiyan e. Dibê tu heqê wê bidê, wê bijî û dev ji îdealên xwe bernedî.

Tu çiqasî zor û zahmetiyan bikşînî jî, carnan bilikumî jî, bikevî, rabî jî tiştekî tim te bi jiyanê va girê dide heye. 

Ew jî hêvî ye, dibê tu qet bêhêvî nebî û vê yekê dewrî nifşên li pey xwe jî bikî.
Em kurd mecbûr in xwedî îradeyeke polayî bin û tu carî hêvîşikestî nebin. Azadiya me girêdayî baweriya me yî pola û îstîkrara me ya di xebatê da ye. Em çiqasî bikevin, rabin jî dibê em dev ji micadala xwe bernedin.
Herêma me dikele, halê herçar dagirkerên welatê me pir xerab e, di her warî da ji her demê bêtir zeîf ketine.
Heger serok û rêberên me jîr bin, bi tifaq bin îhtîmala azadî û serxwebûna me pir mezin e. Dibê meriv bêhêvî nebe.

XXX

Yahûdî dibêjin Xwedê Quds daye me, em nadin kesî

Misilman dibêjin Quds Qibla me ye, Xwedê wek qible daye me, em nadin kesî.

Xiristiyan dibêjin riya Hz. Îsa ji wir derbas bûye.Ew der ya me ye, em nadin kesî.

Tu dibêjî belkî Xwedê perçeyek erd firotiye sê kesan.

Esas heqê kurdan jî heye bibêjin Quds ya me ye. Çimkî Selahedînê Eyûbî di sala 1187´a da Quds ji Xaçparêzan girt. Bi saya vî qumandarê kurd Quds ket destê misilmanan.

Lema bi qasî xiristiyanan, cihuyan û misilmanan, heqê me kurdan jî li ser Qudsê heye. Dibê em kurd jî şirîkê wî bajarî bin.

XXX

Hin însan bi salan ra baqil û kamil dibin, hin jî dixirifin, dibin ji zarokan jî xerabtir.

Di medyaya sosyal da meriv rastî gelekên wiha tê, kenê meriv bi halê wan ê perîşan tê. Hinek jê nas in, meriv pê xemgîn dibe, lê nabe meriv tiştekî bibêje. Her kes ji aqilê xwe razî ye.

XXX

Teşbîheke însên ya wiha jî heye:

-Însan di bîst saliya xwe da teyrê tawis, di sîh saliya xwe da şêr, di çel saliya xwe da deve, di pêncî saliya xwe da mar, di şêst saliya xwe da kûçik, di heftê saliya xwe da meymûn, di heyştê saliya xwe da jî ne tu tişt e.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE