07 oktober 2024

Yeksaliya qetlîameke mezin hat bibîranîn


Salek berê, di 7´ê cotmehê da Hamasê, terorîstên filistînî-îslamî  êrîşî festîwaleka muzîkê kirin û 1200 yahûdî, însanên sivîl, zarok, kal, pîr bi rengekî pir hovane qetil kirin. 

Bi sedan jî revandin. Ji kesên revandine 100 kes hîn jî bernedane. Kes nizane sax in, ya jî kuştine.

Qetlîam îro li Stockholmê li Sînagoga Mezin bi merasimekê hat bibîranîn. Serokwezîzêrê Swêd Ulf Kristersson, serokên partiyan û gelek siyasetmedar beşdarî bîranînê bûn.


Qatilên vê qetlîamê û dewletên li pişt terorîstan şermezar dikim. Evqetlîam nayê jibîrkirin. Terorîstên ev qetlîama mezin kirin dibê hertim werin ricimandin.

Heger ji destê van hovan were ewê jahûdiyan gişan wiha qir bikin. Jixwe eşkere dibêjin gerek Îsraîl nemîne, yanî jahûdî werin qirkirin.

Lema filistînî ne li dû çareseriyeke siyasî ne, hedefa wan û Îranê û bi milyonan misilmanan tunekirina Îsraîl e.

Îsraîl şerê man û nemanê dide; yên hember dixwazin Îsraîl mehûbikin, yahûdî jî ji bo neyên qirkirin micadele didin.

Qetlîma 7´ê cotmehê ya hovana bû sebebê kuştina bi hezaran însanî, wêraniyeke mezin û trajediyeke nedîtî. Hamas dibêje 41 hezar însan hatine kuştin.
Kes nizane şer û trajediya çêbûye ewê kînga biqede.

XXX

Îro li Îsraîl û li gelek welatên din yeksaliya qetlîama 7´ê cotmehê hat bibîranîn.

Ez dibêjim îhtîmal heye Îsraîl îşev li Îranê xîne. Lê berlkî jî bihêle piştî helkirina Hizbulahê û şerê Libnanê.

Îro bi hezaran însan li ciyê qetlîam salek berê lê çêbû kombûn, dîsa ew stran gotin.

Hin kurdên îslamî di vê roja qetlîamê da li Amedê Îsraîl protesto kirine. Vana ji însanîyetê dûr ketine.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE