08 oktober 2024

Ji ber îslamê direvin Ewrûpayê, li wir jî şerîetê dixwazin

Do, di roja qetlîama 7´ê cotmehê ya Hamasê li Îsraîl kir, 1200 kes kuşt, terefdarên Hudaparê li Amedê meşeke piştgiriya bi filistîniyan ra kir.

Îslamîst pir li dijî Îsraîl, Amerîkayê û welatên Xerbê ne. Lê gava cî li wan teng dibe naçin Îranê, Afganîstanê, direvin Amerîkayê, Ewrûpayê, xwe davêjin dexlê welatên xiristîyan û demokrasiya wan.

Bi milyonan misilman li Ewrûpayê û li Amerîkayê hene û li wan deran eşkere şerîetê dixwazin, dijminatiya Amerîkayê û Xerbê dikin.

Em ferz bikin Îranê, Hamasê, Hizbullahê zora Îsraîl û Amerîkayê bir.

Li Amerîkayê, li Ewrûpayê, li Kanadayê, li Awisturalyayê yanî li her welatê xiristiyan, demokratîk misilman hatin ser hukim, dûzaneka tam îslamî wek ya Îranê, Afganîstanê çêbû. Jin gişk ketin bin xêliyê.

Gelo dûzaneke wiha ji bo însanan baş e?

Bi rastî hûn dixwazin dinya giş bibe wek Îranê, Afganîstanê?

Nuha hûn ji Îranê, ji Afganîstanê, ji Tirkiyê direvin Amerîkayê, Ewrûpayê.

Lê gava Amerîka û Ewrûpa têkeve destê misilmanan, rejîm bibin wek Afganîstanê û Îranê, wê çaxê hûnê birevin ku?

Gelo bi rastî wek jin, wek însan, wek bawermend hûn dixwazin di dinyayeka bi şerîetê tê îdarekirin da bijîn?

Li Amerîkayê, li Ewrûpayê hûn eşkere şerîetê dixwazin, fikrê xwe eşkere, bêtirs dibêjin.

Lê li Afganîstanê, li Îranê, di dûzana Hamasê û Hizbullahê da heger hûn demokrasiyê, azadiya ferdî bixwazin ewê we bi darda kin, ewê we li qazoxan xînin.

Heger îslam hewqasî baş û mikemel e, bi rastî jî hûn ji şerîeta îslamê pir hez dikin, wê demê çima hûn naçin îltîcayî Îranê û Afganîstanê nakin, çima hûn bi milyonan çûne ba gawiran?

Dibê însan bi îstêqrar be, ne durrû be, bi exlaq be, tiştekî nebêje û tiştekî din neke.

Hûn him ji ber şerîeta îslamê direvin, him jî yên li dijî şerîetê rexne dikin, dixwazin Îran û hêzên îslamî wan têk bibin.

Hûn him nanê xiristîyanan dixun, him ji demokrasiya wan fêdê dibînin, him jî ji bo têkçûna wan û serketina Îranê, Hamasê û Hizbullahê dua dikin. Meriv hewqasî jî durrû, bêexlaq û sextekar nabe!

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE