09 oktober 2024

Li 12 welatan lêkolîneke pir balkêş

Li ser rewşa welatan û exlaqê miletan lêkolîne pir balkêş kirine.
Zanîngeha Îngilistanê GREENWICH UNIVERSITY  li 12 welatan testeke sosyal(ceribandike sosyal)çêkiriye.

5 xwendekaran li kolanên herî qelebalix yên paytextên 12 welatan, Tirkiyê, Japonyayê, Îngilistanê, Misrê, Kanadayê, Koreya Başûr, Çînê, Îranê, Fransayê, Almanyayê, Norweçê û Îswîçreyê kamare bicî kirine û cuzdanên 50, 20, 10 dolar di nav da danîne erdê.

Di hemû cuzdanan da agahiyên li ser xwedî, nasname, numreya telefonê, edresa malê hebûye. Carê 50 dolar, carê 20 dolar, carê 10 dolar xistine nav cuzdanan.

Li her welatekî 100 carî ev yek ceribandine. Xwestina bizanibin hela ka li kîjan welatî cuzdanê çend caran li xwediyên wan vedigerin.

Li Japonyayê: 99 kesî

Li Koreya Başûr: 97 kesî

Li Norweçê: 94 kesî

Li Îsvîçreyê: 91 kesî

Li Kanadayê: 89 kesî

Li Almanyayê: 78 kesî

Li Îngilistanê: 67 kesî

Li Fransayê: 51 kesî

Li Çînê: 47 kesî

Li Tirkiyê: 2 kesî

Li Îranê: 1 kesî

Li Misrê: 0 kesî cuzdan paşda daye.
Ez bawer dikim ne hewceye ez tu şiroveyê bikim.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE