09 oktober 2024

Yeka li dijî guhertina sînor û xerîteya herêma me gerek ne berdevka kurdan be

Tulay Hatîmogullari Oruç, parlamentera partiya DEM´ê ya Edenê ye, hevseroka partiyê ye; ereb e.

Ev xanima ereb ji bûyerên li herêma me diqewimin pir ditirse, di twîteke xwe da gotiye:

”Dixwazin fesaleka(dîzayneka)emperyalîst bidin gelên Rojhilata Navîn. Dixwazin xerîteyekê ji nuh va çêkin. Em banga aştiyê li gelê me, li herê ma me, li hemû gelan dikin. Werin bêyî ku em sînoran nas bikin, tevgereke aştiyê organîze bikin. Ev yek, hewcedariya demê ye, li gorî pêşketinan wezîfa me ya esasî ye."

Yanî xanim ditirse hêzên emperyalîst ji pevçûn û şerê nabêna dewletên herêmê fêdê bibînin û xerîteya herêma me biguherînin. Ji bo ku xerîta herêmê neyê guhertin, dibê kurd, tirk, ereb, faris dest bidin hev û nehêlin sînor û xerîta herêmê were guhertin.

Yanî bira kurd ji bindestiyê rizgar nebin, bira Kurdistan çênebe. Maneya dijberiya guhertina sînoran ev e. Sînorên îro Kurdistan pereçe kirine, em dixwazin wan sînoran biguherînin û welatê xwe rizgar bikin.

Li herêma me mexdûrê herî mezin, miletê bêdewlet kurd in. Ereb, tirk, faris xwedî dewlet in, Kurdistan di nava xwe da par kirine, kurd jî ketine bindestê van herçar dewletan.

Li herêma me yên naxwazin xerîteya herêmê were guhertin Tirkiye, Sûriye, Îraq û Îran e, ji bo ku Kurdistan çênbe û kurd azad nebin.

Kurdê nexwaze sînor û xerîteya herêma me were guhertin heger ne dîn be, ne pir ehmeq be, xayinê qewmê xwe ye, hevalê dagirkerên Kurdistanê ye.

Yeka li dijî guhertina sînor û xerîteya herêma me be dibê nebe parlamentera kurdan, kurd, kesên ray dane DEM´ê gerek xwediya van gotinan têxin binê erdê. Gerek kurd, endeam û piştgirên DEM´ê li hemberî van gotinên Hatîmogullariyê bêdeng nemînin. Bêdengî cesaretê dide kesên wiha.

Kî ji guhertina sînorên, xerîteya Rojhilata Navîn ditirse?

Sûriye, Tirkiye, Îraq û Îran ditirse, ew naxwazin sînor werin guhertin, kurd azad bibin, Kurdistan çêbe.

Lê wa ye ne Sûriye, Îraq, Îran û Tirkiye tenê, Tulay Hatîmogullari jî naxwaze sînor werin guhertin. 

Ev jî tê maneya xanim naxwaze statukoya heye were guhertin, naxwaze kurd azad bibin, naxwaze Kurdistan çêbe. Heger bixwest ev beyan nedida.

Lema jî bang li gelên herêmê kiriye, gotiye were em rê li ber vê talûkeyê bigirin.
Yeka wiha dibê ne parlamantera kurdan û berdevka DEM´ê be.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE