09 oktober 2024

Havîna germ qediya, payiza rengîn û baranê dest pê kir

Ji do êvarî da ye baranê venekiriye. Hetanî dawiya heftê ewê dom bike û bibe firtone jî.

Îro em hîn ji malika xwe derneketine, me meşa xwe ya rojane nekiriye. Em debar nakin, emê derkevin.

Ji ber ku em fêrî gerrê bûne, di hundur da bîna me teng dibe. 

Xanimê jî qebûl kir, emê kincên xwe yê baranê li xwe kin û herin bîstekê bigerin û werin.

Di hundur da meriv genî dibe yahu. Yên naçin nagerin, wek hefsiyan wer di hundur da ne çawa debar dikin nizanim.

Bijî gerr û azadiya derve !

XXX

Tu însan ne zêdayîye di jiyana me da

Ji hineka sebrê

ji hineka sedaqetê

ji hineka wefayê

ji hineka durûtiyê

ji hineka hezkirinê

ji hineka sextekariyê

ji hineka exlaqpakiyê

ji hineka jî tu fêrî edebê dibî

û ders heta nefesa te ya dawî dom dike

Vîctor Hugo/dibistana jiyanê

XXX

Însan çawa tê naskirin?
Mêr di têrîtiyê da
Jin di tunetîyê da
Ewlad di extîyariyê da
Bira di mîratê da
Heval di rêwîtiyê da
Dost di zoriyê da
tê naskirin

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE