10 oktober 2024

Neyarekî kurdan bela xwe di bloga min dabû

Piştî ez ji gerra xwe ya Kurdistanê vegerîyam (destpêka meha hezîranê)min çi nivîsî Facebookê rakir. 

Siyasî, ne siyasî nivîs li ser çiba radikir, digot nivîsa te li dijî prensîbên me ye. 

Min îtîraz dikir, hin caran bi cî dikir, hin caran jî nedikir.

Çend roj berê Facebookê e-maîlekê got li filan dera Stockholmê, seet di 22.00´a da yek ketiye malpera te. Gelo ew tu ye ya na?

Heger tu ye, mesele tune ye, heger ne tu ye, dibê tu kodên xwe biguherînî.
Ew ne ez bûm, diyar e neyarek bûye.
Mala min ne li wê herêmê ye. Wê rojê, wê seetê ez neketibûm hesabê xwe.

Min fêm kir şîfreyên min ketiye destê bênamûsekî neyarê miletê kurd, ev çend meh in ew nivîs û parvekirinên min di Facebookê da asteng dike.

Min çer nivîsa xwe ya blogê di Facebookê da parve dikir, di nava 5-6 sanîye da radikir.

Min şîfra xwe ya Facebookê guhert. Ev 5-6 roj in nivîseke min jî nehatiye astengkirin.

Bêşeref şîfreya min çawa bi dest xistibû ez nizanim. Lê xwedê kir Facebookê bala min kişand.

Esas Facebookê berê jî çend caran ji min pirsî, min guh nedayê, min got belkî çeteye, dixwaze min bixapîne û şîfreyên min bi dest xîne.
Tu nabêjî Facebook bû, min fêm nedikir.
Çar meh in ez gelkî westîyam, çimkî min çi binivîsîya radikir, min jî tim  îtîrazî her nivîsê dikir.
Şikir piştî min şîfra xwe guhert ez jê xelas bûm. Nuha min rehet kiriye.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE