10 oktober 2024

Xelata Nobelê ya Edebîyatê ya îsal bû nesîbê Han Kanga ji Koreya başûr

Han Kang

Xelata Nobelê ya Edebiyatê ya sala îsal nivîskara ji Koreya Başûr Han Kangê girt. Di medyaya Sweêd komentarên cuda, li dijî hev hene.

Hinek bi hilbijartina Komîteya Nobelê ya Swêd kêfxweş in, hinek jî dibêjin ne hilbijartineke bi îsabet e. Jixwe her sal wiha dibe, tim hinek li dij in, hinek li gel in.

Weşangera Han Kangê, Nîna Eidem gotiye ji ber ku Han Kangê ev xelat girtiye ew pir kêfxweş e û dilşa ye. Pir pesnê Han Kangê û dedebîyata wê da ye.

Lê di rojnameya Expressenê da Victor Mal di nivîsa xwe da bi biryara Komîteya Nobelê ne memnûn e, gotiye hilbijartineke zeîf e. Li gorî Victor Malm, Han Kang ji Ko Un ne mezintir û ne baştir e.

Em nizanin Komîteya Nobelê hilbijartinek rast kiriye ya na, miheqeq li Koreya Başûr û li dinyayê nivîskarên ji wê baştir hene. Lê baş bû vê carê ne yekî/yeka ewrûpî ye û nivîskareka ciwan e.

Han Kangê bi romana xwe ya bi navê ” Vejeteryan” 
ya di sala 2007´a da nivîsî û di sala 2016´ da tercumeyî îngilîzî bû li dinyayê deng da. Di girtina xelatê da jî tesîra vê romanê mezin e. Çimkî bi vê romanê Han Kang li Ewrûpayê hat naskirin.
Ev cara pêşî ye ji Koreya Başûr nivîskarek Xelata Nobelê ya Edebîyatê digire.

 

XXX

Hasan Mezarcîyê tirk gotiye:

-Hûn baweriyê bi Mûsayê, Îsayê, Muhemedê hûn qet nas nakin tînin, çima hûn baweriyê bi min naynin?

Hûn çi dibêjin, gelo mêrik bi vê pirsa xwe neheq e?

Bi baweriya min pirseke cidî ye!

XXX

Hin kurdên me yên îslamî carê biryara xwe dane dev ji xulamtiya,emirbertiya filistîniyan,ereban bernedin. Ne nezan in, dixwazin tim şelaf bin.

Dijmin gû bi kurdan dide xwarin rojekê ji bo miletê xwe nameşin,lê ji bo filistîniyan dîsa li Amedê meşiyan e, korfahmiya xwe nîşan dane.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE