11 oktober 2024

Erebî û tirkî kurmancî pir xera kiriye

Hin nivîskarên me ji dêlî ku xwe hinekî biwestînin, bi xwe li ser bûyera qalê dikin çend gotinan binivîsin, nivîsên xelkê ji zimanên din bi Translata Googlê tercume dikin. Wek ku wan nivîsîbe.

Ez wisa texmîn dikim, çimkî ji nivîsa min xwend tiştek nayê fêmkirin. Gerek kurmanxiya yekî hewqasî jî ne xerab be.

Di wergera Googlê da her nivîs rast tercume nabe. Hin nivîs dibin wek komek herf û rêzên tiştek jê nayê fêmkirin.

Lê heger tiştê min dît ne tercumeya Googlê be, kurmanciya wî nivîskarî wisa be hîn xerabtir e.

Erebî kurmanciya hin nivîskarên Kurdistana Rojava ji kurmancî dûr xistiye, meriv tiştekî ji nivîsên wan fêm nake. 
Li Kurdistana Bakur jî tirkî eynî tesîr li ser me gelek kesan kiriye. 

Helbet haya wan ji vê yekê tune ye. Çim kî yê viya dibînin nikanin ji wan ra bibiêjin.

Xwezî hinekan bikanîbûya bigota û wan camêran jî kurmancîya xwe baştir bikirana.

XXX

Hasan Mezarcîyê tirk gotiye:

-Hûn baweriyê bi Mûsayê, Îsayê, Muhemedê hûn qet nas nakin tînin, çima hûn baweriyê bi min naynin?

Hûn çi dibêjin, gelo mêrik bi vê pirsa xwe neheq e?

Bi baweriya min pirseke cidî ye!

XXX

Hin kurdên me yên îslamî carê biryara xwe dane dev ji xulamtiya,emirbertiya filistîniyan,ereban bernedin. Ne nezan in, dixwazin tim şelaf bin.

Dijmin gû bi kurdan dide xwarin rojekê ji bo miletê xwe nameşin,lê ji bo filistîniyan dîsa li Amedê meşiyan e, korfahmiya xwe nîşan dane.

XXX

-Heger hûn hîn jî kanin silavê bidin kesên dilê we hîştine, ev sedeqeya ûjdanê we ye.

Hz. Mewlane

-Bi bûçûkan ra biçûk, bi mezinan ra mezin be; lê belê tu carî danekeve mistewa kesê nehêja, xwe biçûk nexîne.

XXX

-Te ez kal kirim emir nema

Dil bû behra derd û xema

Te ez kal kirim emir nema

Dil bû behra derd û xema

We kulîlka nav kelema

Ez çilmizîm çima nayê

We kulîlka nav kelema

Ez çilmizîm çima nayê

Sibe nayê, sibe nayê

Dinya tarî, sibe nayê

Sitran ya kê ye nizanim, lê min pir jê hez kir.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE