13 oktober 2024

Xwezî dîsa zar bûma...

Çaxa meriv zaroke dixwaze zû mezin bibe, bizewice, bibe xwedî zarok, bibe xwedî mal û kar.

Mezin dibe, dizewice, dibe xwedî zarok, dixebite, pera kom dike, hêdî hêdî extîyar dibe, diweste. Ji kar of dibe, dixwaze jê xelas bibe, rehet bike, êdî westa xwe bigire.

Vê carê jî dibêje yaho xwezî teqawid(xaneşîn)bûma, minê ji xwe ra rehet bikira, ezê her sibe bi zirîna seetê ra ji xew hol nebûma, bi çavên nîv li xew nereviyama kar.

Ew dem jî tê. Teqawit(xaneşîn)dibe. Çend mehan, çend salan kêf dike, dibêje ox çi xweş e, her sibe zû ji xew ranabim, nakevim riyan. Zivistanan di riyan da, li rawestgehan ji sar û serma nazikzikim.

Dilê min kînga bixwaze wê çaxê ji xew radibim, ne mecbûr im birevim kar. Kêf kêfa min e.

Lê piştî çend salan, gava dibîne nêzikî dawiya rê dibe, gelek êş û nexweşî rehetiyê nadinê poşman dibe, bîriya zaroktiyê û xortaniyê dike. Hesret û kesera xortaniyê dikşîne, dibêje law xwezî nuha dîsa zarok bûma, xort bûma, hewqasî ne extîyar û kokim bûma, ne xwediyê hewqas kul û derd bûma. 

Û di vê kêliyê da kilama "Xwezî dîsa zar bûma, pêxwas bêşal bûna" tê bîrê, dest pê dike ji deng Delîl Dîlanar li kilama Xwezî dîsa zar bûma gudarî dike.

Xwezî sibê zû şiyar bûma
Pêxas û bêşal bûma
Ling terikî lêvên zuha
Xwezî dîsa zar bûma

Li hespê kinik sîwar bûma
Ji çîyê berwar bûma
Bimama bê nav û deng
Her tek tenê zar bûma.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE