13 oktober 2024

Mucahît Bîlîcî jî riya berê gelek carî hatiye ceribandin û tim zirar daye kurdan pêşniyarî kurdan dike

Mucahît Bîlîcî xoce jî wek îslamîstên li dijî Xerbê û Amarîkayê şîreta hevaltiya tirkan li kurdan kiriye, gotiye Xerb, Amerîka xerab e, bêbext in, baweriya xwe bi wan neynin, nebin hevalên wan. 

Bi hevaltiya wan hûnê zirarê bikin. Dibê hûn Tirkiyê xurt bikin, Tirkiye welatê we ye jî. 

Dev ji nasyonalîzmê û xeyala Kurdistanê berdin, ji bo xurtbûna Tirkiyê bixebitin, ji bo we ne Tirkiyeyeke zeîf, Tirkiyeke xurt baştir e. Dijminatiyê Tirkiyê û tirkan mekin, ji dêlî wê Tirkiyê xurt bikin.

Tiştê Mucahît Bîlîcî xoce di vê nivîsa xwe da pêşniyarî kurdan kiriye, ne tiştekî nuh e, sed sal e kurdan ev tişt kirin, ceribandin.
Xwezî tirk baqil bûna, bi rehetî mafê kurdan bidana, ya bihîştana kurd veqetin, ya jî bi kurdan ra federasyonek ava bikirana. 

Lê tu dev ji veqetandinê federasyonê berde, nahêlin kurd navê Kurdistanê bigrin devê, perwerdeya bi kurdî qebûl nakin. Di meclîsa ji kurdî ra dibêjin "filan keso bi zimanekî nayê zanîn peyivî" !

Yanî xurtkirina Tirkiyê riyeke berê gelek caran hatiye ceribandin, dawiya wê ji bo kurdan bû felaketeke mezin, bû sebebê guherîna demografiya Kurdistanê û 5-6 milyon kurd jî bihelin, bibin tirk.

Helbet di têkiliyên xwe yên bi Amerîka û Xerbê ra dibê kurd bi dîqet bin, lê redkirina alîkariya wan, redkirina hevkariya bi wan ra ne rast e, ne karê aqil e. Tu miletê bindest bêyî alîkariya ji derve xelas nebûye. 
Filistînî ji her kesî, ji her dewletê, ji Xerbê alîkariyê digrin, hevkariyê dikin. Çima kurd ewê eynî tiştî nekin?


Li tu derê, tu kesî, tu dewletê dema xurt bûye mafê miletê bindest nedaye, ji welatê dagirkirî venekişya ye. Piştî mecbûr bûye bi miletê bindest ra rûniştiye û teslîmî heq bûye.


Tiştê ecêb, ne misilmanên feqîr tenê, zana û ronakbîrên wan jî him direvin Ewrûpayê, Amerîkayê, him jî neyartiya wan dikin. Mucahît Bîlîcî jî wek îslamîstên din antî Îsraîl û antî Amarîka ye. 

Amerîkayê, Xerbê wek çavkaniya xerabiyê dibîne û ji kurdan ra dibêje aman, aman xwe nêzî wan nekin, dijminatiya tirkan nekin.


Lê bala meriv dikşîne, vê pêşniyarê ji filistîniyan ra nake, ji Hamasê û filistîniyan ra nabêje fêda we ne di dijmminatiya Îsraîl da ye, dibê hûn Îsraîl xurt bikin, riya xelasiya we ev e.


Amerîkayê, Îsraîl dike Îblîs û Tirkiyê jî li ber çavê kurdan şîrîn dike, dibêje dev ji dijminatiya Tirkiyê berdin.


Xwezî Tirkiyê mafê kurdan bi rehetî, bêşer bida. Lê nade. Ji Şerê Cîhanê yê Yekê vir da ye kurdan pêşniyara Mucahît Bîlîcî xoce ceribandin, nexwestin ji tirkan veqetin, lê vê ceribandinê tenê zirar û malwêranî bi xwe ra anî.

Helbet garantiya piştgiriya Amarîkayê, Xerbê tune ye, kînga dilê wan bixwaze kane dev ji piştgiriya me berdin.

Lê garantiya fêdeya piştgiriya tirkan çi ye?
Meriv eynî tişt sed carî biceribîne jî netîceyeke cihê bi dest naxe. Sed sal e kurdan pêşniyara Mucahît Bîlîcî xoce ceribandin, yanî piştgiriya tirkan kirin, gotin em birayên hev in, werin me înkar nekin, heqê me bidin, lê tirkan tim eksê wê kir. Garantî çi ye îro jî ewê eynî tiştî nekin?

NOT:
Navê nivîsa wî: Kurtlerî kîm kurtaracak?(Kî yê kurdan rizgar bike?)
Nivîs di malpera Serbestîyetê da ye

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE